Dozger Alî Ihsan Demîrel ku têkildarî komkujiya 19’ê Kanûnê ya 12 kes hatibûn kuştin lêpirsînê birêve dibe, li beramberî doz di derbarê wî de were vekirin, ji lêpirsînê nehate girtin û ev yek bû sedema bertekan. Parêzerên mexdûran ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxwazkirin ku Demîrel ji lêpirsînê were girtin.
Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê parêzeran daxwaznameya ku dane Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bibîrxistine ku, di derbarê Demîrel de lêpirsînek bibandor nehatiye birêvebirin û bihinceta ku peywira xwe xirab bikaraniye, biryar hatibû girtin ku di derbarê wî de doz were vekirin. Demîrel jî doza ku di derbarê wî de hatiye vekirin û heya 4 salan cezayê girtîgehê jêre têxwestin îtîrazkir û xwest biryar paşde were vegerandin.
Piştî operasyonê Dozger Demîrel nêzî 12 sale lêpirsîn daye destpêkirin, bi daxwaznameya îtîrazê ya 8 rûpelî pêvajoya lêpirsîne vegotiye û xweparastiye. Demîrel got; “Sedemê dirêjbûna lêpirsînê, tevlîhevbûna lêpirsînê, çarçoveya wê, belaviya wê, nediyariya wê, her wiha zêdebûn û pirbûna karên cûda, giraniya wê, kêmbûna persnonelan çavkaniya xwe digire.”
Demîrel da zanîn ku, ji bo lêpirsîn were zelalkirin, ji dervey demjimêrên mesaî jî bi awayek fedekarî, bihendazetî bêy ku bêzar bibîn û gazinda bikîn xebat hatiye birêve birin. Demîrel wiha got; “Di destpêka lêpirsînê de li rexmî ji hev re nivîsînê jî, ji bo beşa mirin û birîndarkirina girtî û hikumxwariya lîsteya nav û hêjmara cendirmeyên girêdayî Fermandariya Asayîşa Taybet ya Cendirmeyên Komando ya Enqereyê ku mudaxeleyî bûyerê kirine nehatin temîn kirin.”