Di doza jinên KESK’ê de daxwaza kurdî hate qebûl kirin
Di doza jinên KESK’ê de daxwaza kurdî hate qebûl kirin
Di doza jinên KESK’ê de daxwaza kurdî hate qebûl kirin
Di 3'mîn rûniştina 15 jinên KESK’î yên bêyî girtî tên darizandin a li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere de daxwaza Kurdî ya berê hatibû redkirin, hate qebû kirin û qedexeya derketina derve hate rakirin.
3'mîn rûniştina doza 15 jinên KESK’î ya bi îdîaya "endamên KCK'ê" ne li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere hate dîtin. Di rûniştinê de parêzer û hinek jinên KSEK'î tevlîbûn. Di rûniştina borî de Sekretera Jinê ya KESK'ê ya berê Songul Morsumbul, Sekretera Tum Bel-Sen Guler Elveren, Sekretera SES'ê ya Jinê Bedriye Yorgun daxwaza parastin kurdî kiribû. Serokê dadgehê daxwaza parêzeran pirsî. Parêzer Murat Yilmaz diyar kir ku, ji ber muwekîla wê Guler Elveren ji ber nexweşe tevlî rûniştinê nebû û daxwaza wê ya kurdî heye. Parêzeran xwest ku qedexeya sendîkavanan a derveyî welat bê rakirin. Piştî daxwazan dadgehê navber da rûniştinê. Piştî navberê dadgehê biryara qedexeya kesên tên darizandin a derveyî welat bê rakirin da û daxwaza kurdî qebûl kir. Her wiha rûniştin taloqî 13 hezîranê kir.
Di 13'ê sibata 2012'an de li hemberî sendîkavanan operasyona bi navê KCK'ê hatibû lidarixstin û 9 jinên sendîkavan hatibûn girtin. Di rûniştina yekemî ya di 4'ê cotmehê de hate dîtin ji 9 jinên sendîkevana 6 jin serbest hatibûn berdan. 3 jinên din ji di rûniştina 13'ê kanuna 2012'an de serbest hatibûn berdan.