Di doza Geziyê ya Îzmîrê de suçdar hat tespîtkirin

Di doza Geziyê ya Îzmîrê de suçdar hat tespîtkirin

Dadgeha yekemîn a sulha Îzmîrê , kesên ku der barê çalakiyên Geziyê agahî dane, bi bihaneya ku tweet avêtine der barê 29 kesên ku di meha Hezîranê de hatibûn binçav kirin de  doz vekir. Bi vî awayî berpirsiyarên bûyerên Geziyê yên ku çavê hikûmetê pir tirsandî hatin tespit kir. 

Doza ku Serokwezir Recep Tayyip Erdogan bi xwe tê de cih girtî, tweetên di dema çalakiyê Geziyê de hatine avêtin yên wekî; “polis li meydana  Gundogdu  ya Îzmîrê gaza îsotê û ava bi şit dest wer dide. Em bang li hemû gelê Îzmirê ji bo ku bên meydana Gundogdu dikin”,  delilên gel teşwiqê isyanê kirîne hat hesibandin. Rûniştina   29 kesên ku di meha Hezîranê de hatibûn binçav kirin di 24’ê Sibata 2014’an de wê di yekemin Dadgeha  Sulhê Îzmirê bê dîtin.

BIKARANÎNA MAFÊ DESTÛRA BINGEHÎNÎ WEKE TEŞWÎQA SERHILDANÊ HAT DÎTIN

Bûyerên Geziyê çavên hikûmetê pir  tirsandî bû. Di wê demê de li Îzmîrê xwe pêşendêran mafên xwe yê civîn û meşê bi kar anîbûn, ji ber wê ji aliyê dadgehan ve hatibû idia kirin ku, di van meş û civînan de hin peyamên gel teşwiqê serhildanê kirîne. Ji van peyaman hinek wiha ne: “ Li Îzmirê polîs ketin Kordonê”; “ Ji peravan  dûr nekevin; li navberan û aliyê kordona duwemîn tengasî derikeve, li gel hev bisekinin”, “ TOMA û polîs paş de vedikişin, her der zêde-zêde tevlî hev bû”; “polîs li meydana  Gundogdu ya Îzmîrê gaza îsotê û ava bi şit dest werdide. Em bang li hemû gelê Îzmîrê ji bo ku bên meydana Gundogdu dikin”. Tevayî  Îzmîriyan vedixwînîn meydana Gundoguyê.

POLÎSAN BI RÊYA MEDYA CIVAKÎ ÊRÎŞ LI SER GEL KIR

Di dosyayên lêpirsinê de sucên xwepêşandan wiha hat ifade kirin: “ Xwepêşandaran bi rêya medya tora  civakî ( malperên înternetê, facebook, twitter) derbarê çalakiyan de alîgir, berxwedan, parve kirinên gel anîna coşandin, provokatif  bûye sedema bûyer mezintir bibe, gel tehrîk bûye, bi agahiyên şaş ên ku di medyaya  civakî de hatiye hedef kirin ku gel û hêzên ewlekariyê werin beranberî hev, kesên ku tevlî çalakiyan bûne hatine manîplekirin, bi taybet ji bo  çalekvanên  dijî polis şer dikin, bi alikariya van peyaman hatiye gotin ku dikarin biçin kuderê û polis kuderê tedbir wergirtiye li kuderê dest werdaye.  Xwepêşandarên ku êrişên polîsan kirine dikarin xwe kuderê veşêrin. Di vî alî de hatiye tespit kirin, bi parvekirinên  tora civakî agahiyên ne rast ên weke ; “Polîs li dijî xwepêşandaran guleyên rastîn bi kar aniye, hin çalekvan ji aliyê polîsan ve hatine kuştin, panzêran daye ser hin çalakvanan. Polîsan çekên kimyasal bi kar aniye”  û bi vî awayî gel hatiye tehrîk kirin û ji bo suç tehrîk bûye.

Dema ku di protestoyên Geziyê de  li Tirkiyê di bûyeran de 6 kes di encama terora polîsan mirin. Berkin Elvana 14 salî hîn ji komayê derneketî bû, bi dehan kes kor bibûn, bi sedan kes birîndar bibûn,   Dadger di rûniştinên polisên bersuç de bi xew re diçû. Ji hemû bûyerên ku hatine jiyan kirin Dadgeha 1. a Cezayê Sulhê ya Îzmîrê tweetên ku di tora medya de dihatin parvekirin berpisyar digirt. Bi rastî jî ev biryar pir balkêş bû.