Di doza Gezî de cezayê girtinê li 28 kesan hat birîn

Li Kayseriyê, rûniştina doza 161 bi hinceta beşdarî çalakiyên ji bo destekkirina berxwedana Gezî bûne tên darizandin, îro dewam kir.

Li Kayseriyê, rûniştina doza 161 bi hinceta beşdarî çalakiyên ji bo destekkirina berxwedana Gezî bûne tên darizandin, îro dewam kir.

Di rûniştina dozê ya li 8. Dadgeha Ceza ya Asliye de, parêzer û hin ji kesên bi awayekî negirtî tên darizandin, amade bûn.

Welatiyên tên darizandin, di rûniştina dozê de sûcên li wan tê kirin qebûl nekirin û xwestin beraat bikin. Ji parêzeran Seçkîn Ozturk jî da xuyakirin ku muwekîlên wan ti sûc nekirine û got, "Ti ji beşdarên çalakiyan, ji bo sûc bikin tevlî çalakiyê nebûne. Her kesî mafê xwe yê destûra bingehîn bi kar aniye. Ji ber vê yekê dixwazim ku hemû bersûc bên beraatkirin."

Ji parêzeran Nebahat Ulker a ku sîstem rexne kir û da zanîn ku bersûc bêguneh in got, "Muwekîlên min mafê xwe yê herî xwezayî bi kar anîne. Di çalakiyên wan de ti sûc nîne. Dixwazim beraat bikin."

Di dawiya rûniştinê de li kesekî bi sûcdariya 'zerardayîna li malê cemaweriyê', li 2 kesan bi sûcdariya 'zerardayîna mal' û li 25 kesan jî bi sûcdariya 'li hemberî wezîfedarê cemaweriyê li ber xwe dane' ji 5 mehan heta salekê cezayê girtinê hat birîn.