Di doza 28'ê Sibatê de 9 nav hatin berdan

Di doza 28'ê Sibatê de 9 nav hatin berdan

Di doza 28'ê Sibatê de tevî Kemal Guruz, der heqê 9 bersûcan de biryara berdanê hat dayîn.

Di rûniştina çaremîn a doza 28'ê Sibatê ku li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin de, dadgehê parastina bersûcên girtî wergirt. Dadgehê dûre daxwazên berdanê nirxand û tevî Serokê berê yê  YOK'ê Kemal Guruz ku yekane bersûcê sivîl ê doza 28'ê Sibatê ye, der heqê 9 bersûcan de biryara berdanê da. 

Serokê berê yê YOK'ê Kemal Guruz di doza Ergenekonê de bi 13 sal û 11 mehan hatibû cezakirin. Navên bersûcên biryara berdanê der heqê wan de hat dayîn ev in: Fermandarê berê yê Hêzên Hewayî Ahmet Çorekçî, Korgeneral ê teqawîtbûyî Hakki Kilinç, Tumgeneral ê teqawîtbûyî Çetîn Saner, Orgeneral ê teqawîtbûyî Hîkmet Koksal, Korgeneral ê teqawîtbûyî Kamûran Orhon, Tûggeneral ê teqawîtbûyî Abdûllah Kiliçarslan, Orgeneral ê teqawîtbûyî Îlhan Kiliç û Îzzettîn Iyîgun.

Heyeta dadgehê der heqê bersûcên serbest berda, şertê kontrola edlî ferz kir.