Duh serê sibehê tîmên taybet bi tevlêbûna helîkopteran li sêgoşeya Lice, Hênê û Dara Hênê operasyona nokteyê pêk anî. Di operasyonê de 2 gerîlayên HPG'ê bi topbaranê jiyana xwe ji dest dan. Gundiyên herêmê piştî operasyonê şikefta aydî gerîlayan dîtin.
Gundî di şikeftê de rastî 4 boçikên guleyên MKE'ê hatin. Welatiyê gund Veysî Nazlier diyar kir ku dema ew çûn nêzi şikeftê bêhna genî ku mahdê mirovan dixeland hebû û wiha got: "Ji ber bêhnê ez verşiyam. Pûşiya endamên HPG'ê ketibû xwar. Dema mim bêhn kir bêhna genî ji pûşiyê dihat. Nîv saet şûnde serê min geş bû û mahdê min xeliya. Em bi fikarin ku çekêm kîmyewi bikar anîne."
Duh serê sibehê saet di 06.00'an de li sêgoşeya navçeyên Dara Hênê, Hênê û Licê operasyona berfireh hat destpêkirin. Operasyon bêtir li derdorê gundê Şenlik, Ziyaret, Hambaz û Taşlikê belav bû. Gelek polîs û tîmên taybet bi 30 maşîneyên kîrpî yên zirxî tev li operasyon bûn. Piştre 6 helîkopterên kobra jî piştgirî da operasyonê. Tîmên taybet herêm dan ber topan û piştî topbaranê li herêma operasyonê şerekî dijwar dest pê kir. Helîkopterên ku ji 7'emin Kişlaya Denîz Galîp a Fermandariya Baskê Artêşê rabûn û çûn herêma operasyonê û şer dest pê kir.
Şerê ku saet di 11.00'an de destpêkir heta piştî nîvro berdewam kir. Piştî demek dirêj ku helîkopteran herêm bombe kir, di operasyona leşkerî de 2 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên gundên herêmê diyar kirin ku bêhna ji cilên gerîlayan dihat mahdê mirovan dixelandin û di wê baweriyê dene ku di operasyonê de çekên kîmyewî hatiye bikar anîn.
Piştî operasyonê helikoptera hat herêmê cenazeyên 2 gerîlayan rakirin û birin. Duh heta derengê şevê operasyonê berdewam kir û helîkopteran li herêmê bombe barandin. Piştî operasyon bi dawî bû welatiyên herêmê bi fikara ku dibe cenazeyên din hebin derketin qada operasyonê û li cenazayan geriyan. Hate dîtin ku leşkeran hemû malzebeyên hundirê şikeftê derxistine dervê şikeftê.
Welatiyan anin ziman ku li derdora şikeftê şopa xwînê tune bû û boçikê 4 guleyên MKE'ê hebûn. Welatiyan anîn ziman ku 2 narîncakên destan û 9 guleyên MKE yên neteqiyayî ku çapa wan 20 mm bûn hatin dîtin. Welatiyan da zanîn ku li cihê bûyerê guleyên çekên wekî M79, M203, T40 yên çapa wan 40 mm û aydî MKE MOD 63 GE hatin dîtin. Ji ber bêhna hundirê şikeftê zêde bû guman ku endamên HPG'ê bi çekên kîmyewî hatin qetikirin zêde bû.
Welatiyê gundê Akçapinarê Veysi Nazlier, jî çavdêriyên xwe wiha anî ziman: "Serê sibê saet di 06.00'an de panzer hatin. Me dît ku operasyon heye. Piştre helîkopter hatin. Saet di 11.00'an de 7 helîkopterên din hatin. Piştre herêm dan ber gule û topan. Zarokên ku çûn nêzî qada operaksyonê vegeriyan û diyar kirin ku 2 cenaze hene. Serê sibê em çûn herêma operasyonê. Me got belkî hin cenazeyên din hebin. Em çûn herêmê me tenê li 2 nokteyan şopa xwînê dît. Dema em çûn cem şikeftê jî bêhnek pir xerab hebû. Pûşîya aydî HPG'ê li erdê bû. Dema min bêhn kir bêhna genî jê dihat. Nîv saet şûnde serê min gêj bû û ez verşiyam. Gumana ku çeka kîmyewî bikar anîe zêde ye."