Di derbarê parlementerên HDP’ê de 50 fezleke

Ji 62 fezlekeyên nû yên pêşkêşî Meclîsê hatin kirin, 50 jê di derbarê parlementerên HDP'ê de hatine amade kirin.

62 fezlekeyên nû yên ji bo rakirina mafê destnedayîna parlementeran pêşkêşî Meclîsê hatin kirin. Ji van fezlekeyan, 50 jê di derbarê 31 parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatin amadekirin.

Navê parlamenterên HDP'ê yên ku fezleke di derbarê wan de hatin amadekirin wiha ne: "Tayîp Temel (1), Mûrat Çepnî (1), Nûsrettîn Maçîn (1), Dilşat Cambaz (1), Serpîl Kemalbay (1), Meral Daniş Beştaş (1), Mûazzez Orhan (1), Dêrsim Dag (1), Sidik Taş (1), Mehmet Ruştu Tiryakî (1), Gulistan Kiliç Koçyigît (2), Murat Sarisaç (2), Alî Kenanoglu (1), Oya Ersoy (1), Saît Dede (1), Îmam Taşçîer (1), Tulay Hatîmogullari (1), Semra Guzel (3), Huseyîn Kaçmaz (2), Remziye Tosûn (2), Ayşe Surucu (3), Sezaî Temellî (2), Nuran Îmir (4), Hişyar Ozsoy (2), Feleknas Ûca (2), Abdullah Koç (1), Şevîn Coşkun (2), Hasan Ozguneş (2), Dîlan Dîrayet Taşdemîr (3), Ayşe Acar Başaran (1) û Ebrû Gunay (2).

Ji bo Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî 5 fezleke hatin amadekirin. Di derbarê parlementerê serbixwe Ahmet Şik de fezlekeyek û Parlementerê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Bariş Atay de jî fezlekeyek hatin amadekirin.

Ji bo parlementerên CHP'ê Cavît Arî û Aykût Erdogdû, parlamenterên Partiya ÎYÎ Enez Kaplan û Zekî Hakan Sidali jî fezleke hatin amadekirin.

Fezlekeyek jî, di derbarê Parlamenterê MHP'ê yê Sêwasê Ahmet Ozyurek de hat amadekirin.