Nûçeya Lezgîn: Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Di derbarê Başaran û Becerîklî yên HDP’yî de biryara girtinê hate dayîn

Parlemeterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Saadet Becerîklî yên ku ji ber daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo Qetlîama Garê ya Enqerê ku beşdarî rûniştina doza di derbarê wan de hatibû vekirin nebûne, biryara girtinê hate derxistin.

Di derbarê barê parlementerên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Saadet Becerîklî de ku bi hinceta li Êlihê beşdarî daxuyaniya ji bo komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê bûne, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Başaran û Becerîklî beşdarî rûniştina doza ku li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê pêk hat nebûn, parêzer amade bibûn.

Heyeta dadgehê ya ku piştî parastina parêzeran a wekîlan û şûnde, biryara xwe eşeker kir, di derbarê Perlementerên HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Saadet Becerîklî de biryara girtinê derxist.