Di dema AKP’ê de 21 hezar karker bûn qurbaniyên cînayetên kar

Li gorî Ewlekarî û Tendirustiya Kar (ÎSÎG) ji serê salê heta niha 575 karker, bi giştî di dema AKP’e de jî 21 hezar û 22 kar ji ber ‘cînayetên kar’ ên bi navê qezayan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rapora meha Nîsanê ya Meclîsa ÎSÎG’ê di nava mehekê de 177 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî bîlançoya ÎSÎG’ê di meha Çileyê de bi kêmanî 144, di Sibatê de bi kêmanî 128 û di Adarê de jî bi kêmanî 126 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di çar mehên borî de 575 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

ÎSÎG’ê diyar kir ku di meha Nîsanê de 10 jê jin, 167 karkerên mêr jiyana xwe ji dest dane.

Di heman bîlançoyê de hate diyarkirin ku 4 zarokên ku emrê wan di biniya 14’an jî di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 4 Efgan, 3 Sûriyeyê û Azeriyek jî bûne cangoriyên cînayetên kar.

Herî zêde li bajarên Stenbol, Kocaelî, Manîsa, Dîlok, Eskîşehîr, Îzmîr, Antalya, Aydin, Bûrsa û Denîzliyê karker ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de hate diyarkirin ku tenê kesek endamê sendîkayê bûye û hate gotin, “Dibe ku hin karkerên din jî hebin ên ku di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Lê ji ber ku endamtiya wan a sendîkayê ya li ser kaxizan ne rêxistinkirineke rastîn e û gelek sendîka li endamên xwe xwedî dernakeve yên ku jiyana xwe ji dest dane, em nikarin agahiyeke baş bidin.”

ÎSÎG’ê diyar kir ji dema ku AKP bûye desthilatdar, ji sala 2002’an û heta niha bi kêmanî 21 hezar û 22 karker ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane.