'Pêvajoya aştiyê' ya navbera dewleta Tirk û PKK'ê, zûdeyî qediya. Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan, giranî da ser 'polîtîkayên ewlekariyê' û şer sor kir, ev pêvajo qediya. Şer ji berê jî dijwartir bû. Lê tevî vê yekê, dibetiya 'aştiyê' her derbasdar e.
Li Rojhilta Navîn û Tirkiyeyê, ji bo dema nêz 'aştî' xuya neke jî, li Kolombiyayê, birînên şerê bi salan tên pêçandin. Di encama Peymana Aştiyê de, ku par di navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û dewletê de dest pê kir û îsal gavên berbiçav ên di vî warî de hatin avêtin, FARC roja 1'ê Îlonê gavekê diavêje ji bo bibe partiyeke legal. Di demeke kin a 6 mehan de çek hatin teslîmkirin û bi qebûla Neteweyên Yekbûyî re, di nava salekê de xalên peymanên bi cih tên anîn.
Nivîskar-rojnamevan Metîn Yegîn, ku rewşa li Kolombiyayê ji nêz ve dişopîne, ji ANF'ê re qala rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê kir.
Yegîn diyar kir, pêvajoyeke mîna ya li Kolombiyayê neçar e li Tirkiyeyê jî pêk were û got, "Dibe ku zehmet be di demeke nêz de pêk were. Ji ber ku desthilatdarî bi bikaranîna şîdetê hebûna xwe diparêze, yan jî cihê xwe zexm dike. Bêguman hemû desthilatdarî bi vî rengî ne, lê li vê derê ev yek hê bêhtir derdikeve pêş."
Yegîn destnîşan kir, ku li her devera cîhanê hikumet û rêxistinên gerîla, ne ji ber ku ji hev hez dikin, lê ji ber ku nikarin bi hev, li dora maseya aştiyê rûdinên û wiha dewam kir:
"Ev rewşe ku nikarin bi hev, bi dîtina min wê dewam bike. Lewma di dawiya dawî de wê li dora maseyeke aştiyê rûnên. Eger mirov li demên berê vegerin û binirxînin, wê were dîtin ku eger pêvajoya çareseriyê bi rengekî erênî biqediya, ku ji ber hikumetê ev nebû, wê Tirkiye li Rojhilata Navîn bibûya welatê herî xurt. Hevsengiyên îro yên li Rojhilata Navîn wê bi rengekî cuda pêk bihata."
Yegîn destnîşan kir, ku aştî bêguman wê pêk were û got, "Lê belê divê em li wê yekê binerin ku em çiqasî dikarin tevlî vê bibin. Aştî bi temaşekirinê nayê. Bi dîtina min, yek ji şaşitiyên me yên herî mezin ew e, ku me pêvajoya aştiyê ya beriya niha li ser milê hin hêzan hişt û tenê lê temaşe kir. Divê mirov tevlî pêvajoya aştiyê bibin."