Nûçeya Lezgîn: Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Di danezana MGK’ê ya ji 7 bendan pêk tê de, 4 bend gefê li Kurdan dike

Piştî civîna MGK’ê ya di bin serokatiya Serokkomarê Tirk Erdogan de kom bûn û şûnde, di 7 bendên hatin amadkirin de, 4 bend gefê li Kurdan dike.

Piştî civîna Desteya Ewlekariya Mîllî (MGK) a di bin serokatiya Serokkomarê Tirk Erdogan de kom bûn û şûnde, di 7 bendên hatin amadkirin de, 4 bend gefê li Kurdan dike. Di danezana MGK’ê de ya ku gefê li Rojava dike, têkildarî biryara referandûma li Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê Partiya Dmeokratîk a Kurdistanê (PDK) ve hatiye girtin, bi gotina “Xetayekî mezin e û wê encamên ku neyên xwestin bi xwe re bîne” gef kir.

Piştî civîna MGK’ê ya ku bi din serokatiya Erdogan de pêk hat û şûnde, daxuyaniyek ji 7 bendan pêk dihat hate amadkirin. Di 4 bendên têkildarî Kurdan de ev tişt tê gotin:

“Ji ber ku hinek welatên mutefîk çekan dide rêxistinê terorê yên weke PYD-YPG’ê û ji ber ku ev alav digihêjin destê rêxistina terorê ya PKK’ê, her çendî Tirkiye di bin navên cuda de li van binêre jî lê têkildarî mijara di rastiyê de heman rêxistin in, carekî din raxistiye ber çavan.

Li ser rewşekî li ser sînorên me yên başûr ji Îraq û Sûriyeyê li ser tesbîta gefê êrîşan, wê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de tişta pêwîst bike, Tirikiye li ser tevahiya sînorê xwe rê nade ku dewletekî terorê bê avakirin. Têkoşîna xwe ya li gel rêxistinên terorê yên weke PKK/PYD-YPG’ê û rêxistina din a terorê DAIŞ’ê carekî din da nîşandan ku rê nade ku bê meşrûkirin.

Di serî de têkoşîna li dijî rêxistinên terorê yên mîna FETO/PYD, PKK/PYD-YPG û DAIŞ wê li gelemperiya Tirkiyeyê rewşa awarte hatiye nirxandin; ji bo parastina demokrasiyê, rêgezên dewleta hiqûqê û parastina maf û azadiya hemwelatiyên xwe tedbîrên pêwîst bigirin, li ser dirêjkirina rewşa awarte biryar hatiye girtin.

Biryara referandûmê ya ku rêveberiya Herêma Bakurê Iraqê girtî jî, bi awayê hiqûqî û fîlî pêk nayê, ji ber vê yekê rewşekî xeternake û wê encamên ku neyên xwestin bi xwe re bîne. Ji bo yekparêziya xaka Iraqê û yekîtiya wê ya siyasî bê parastin, girêdayî aramiya li herêmê, pêkanîna aştî, ewlekarî û pêkve jiyanê ye.

Di 3 bendên din ên di daxuyaniya MGK’ê de hate diyarkirin , têkildarî hewldan darbeya 15’ê Tîrmeh, hevdîtinên Qibris û bidawîbûna operasyona Mûsilê bûn.