Di çalakiyên 1'ê Gulanê de dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin
Bi hezaran kesên li gelek welatên Ewropayê ji bo 1'ê Gulanê daketin qadan, dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kirin.
Bi hezaran kesên li gelek welatên Ewropayê ji bo 1'ê Gulanê daketin qadan, dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê, berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê mohra xwe li xwepêşandana alternatîf a 1'ê Gulanê xist. Pîrozbahiyên li Berlînê bi beşdariya gelek komên çep pêk hat. "Meşa Şoreşgerî" ya îsal diyarî Efrînê û YPG/YPJ'ê hate kirin. Tevî zext, gef û hewldanên krîmînalîzekirinê yên hêzên dewleta Elman jî, qedexeya li ser tevgera azadiyê ya Kurd tine hate dîtin û meydana 1'ê Gulanê veguherî 'derya alayên qedexekirî'.
Li taxa Kreuzbergê, bi hezaran kes danê êvarê meşiyan. Bi gotina "Em ê mafê xwe yê xwepêşandanê bi cih bînin" ji bo meşê destûr ji polîsan nehate girtin. Girseya gel li pişt pankarta bi nivîsa "Ji Berlînê heta Rojava komunên şoreşger ava bikin û biparêzin" meşiya.
JI BO XWEDÎDERKETINA LI KOMUNÊN LI ROJAVA BANG HATE KIRIN
Xwepêşandêrên ku hejmara wan bû 15 hezar, ji bo şermezarkirina qedexeyên ku dewleta Elman li ser tevgera azadiyê ya Kurd ferz dike, bi sedan alên YPG/YPJ, PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Di meşê de dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate şermezarkirin û bang li Elmanyayê hate kirin ku bes destekê bide rejîma Erdogan. Wekî din di meşê de hate destnîşankirin ku xwedîderketina li xwerêveberiyên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê wezîfeya her kesî ye.
MÎLANO
1'ê Gulanê li bajarê Mîlano yê Îtalyayê jî bi kêf û xweşî hate pîrozkirin. Komîteya Kurd a Mîlanoyê jî cihê xwe di meşa 1'ê Gulanê de girt. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Çalakgeran destnîşan kirin ku li her devera cîhanê wê li dijî faşîzm û mêtingeriyê bi rengekî hevpar têbikşin û işaret bi berxwedana gelê Kurdistanê ya li dijî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Vîva Ocalan" û "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn û bi sedan belavok hatin belavkirin.
BRUKSEL
Li paytexta Belçîka Brukselê jî Kurdistanî doh saet 11'an li meydana Porte Halê bi wesîleya 1'ê Gulanê li hev civiyan û tevî komên çîna karkeran û antî kapîtalîstan meşiyan. Di meşê de dagirkirina Efrînê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hatin şermezarkirin.
KOPENHAGEN
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi dirûşma "Têkoşîna hevpar li dijî faşîzm û kapîtalîzmê" 1'ê Gulanê cejna karker û kedkaran hate pîrozkirin. Mîtînga 1'ê Gulanê ji aliyê Meclîsa Jinê yê Sêvê, komên antî faşîst, sosyalîst şoreşger û ciwanên antî faşîst ve hate organîzekirin. Mîtîng li meydana Kongens Nytorvê pêk hat. Bi navê Meclîsa Jinê ya Sêvê Latîfe Guzel axivî û got, "Em hatin ku li ber rejîma Erdogan a faşîst rabin. Weke tevgera azadiyê ya Kurd em ê tevî dostên xwe li dijî faşîzmê li ber xwe bidin."
Di çalkaiyê de her wiha ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirk belavok hatin belavkirin. Girseya gel piştre heta meydana Fælledparkenê li ber muzîka Kurdî û qîrîna dirûişmên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Jin jiyan azadî" meşiya.