Di çalakiya 1'ê Îlonê ya li Dûîsbûrgê de tecrîd hat şermezarkirin

Di çalakiya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, li Dûîsbûrgê li dijî tecrîda li ser Ocalan nerazîbûn hate nîşandan.

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, gelek aştîxwazên ji neteweyên cihê, di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hatin cem hev.

Çalakgerên ku  li kolana Konîgê li hev civiyan, bi meşeke dirêj heta bi gara trênê hatin û li vir mîtîngek li dar xistin. Mîtîng ji hêla pêkhateyên Elman Freîforûm, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dûîsbûrgê û Însiyatîfa Jinan ve hate lidarxistin.

Çalakiya aştiyê veguherî çalakiyeke dijberî çalakiyên nîjatperest ên Pegîda ku her Duşemê tên lidarxistin. Di çalakiyê de danezan hatin xwendin, peyam hatin dayîn û dirûşme hatin qîrîn.

Her wiha danezanên NAV-DEM’ê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava jî hate xwendin.

Çalakgeran tecîda li ser Ocalan û dagirkeriya Tirkiyê protesto kir.

Di çalakiyê de posterên Ocalan, alayên YPG-YPJ, PAJK’ê hatin hildan.