Di bûyerên dijwariyê yên li Iraqê de 7 kes mirin

Di bûyerên dijwariyê yên li Iraqê de 7 kes mirin

Li Iraqê, di bûyerên îro yên dijwariyê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Kerkukê, di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî ya li nêzî baregeheke leşkerî de 3 kes mirin, 12 kes birîndar bûn. Êrîş, dema namzetên leşkeran ji tabûrê derketin rû da. Doktorê Nexweşxaneya Kerkukê Mûhammed Abdûllah diyar kir ku herî kêm yek ji miriyan, leşker e.

Li bakurê Bexdayê li nêzî Beîcî, di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînekê rû da û di encamê de leşkerek mir, 2 jî birîndar bûn.

Li Mûsilê jî, kaptanek li nuqteya kontrolê hat kuştin. Di êrîşa duyemîn a li Mûsilê de 2 sivîl li malên xwe hatin kuştin.

Roja Çarşemê di êrîşa xwekujî ya li dijî mizgefteke Şîa ya li Bexdayê de herî kêm 30 kes miribûn. Çalakgerekî din ê xwekujî, beriya bombeyên li ser xwe biteqîne, ji aliyê girseya bi hêrs ve hatibû kuştin.

Bûyerên dijwariyê yên li Iraqê hema hema her roj can distînin. Li gorî bîlançoya AFP'ê ku dispêre çavkaniyên polîs û nexweşxaneyan, ji destpêka salê û vir ve zêdeyî 4 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.