Di bin navê 'leşkerên bi peyman' de çete tên perwerdekirin
Hat gotin, li ser sînorê Hatayê çete tên perwerdekirin. Li gorî agahiyên ji rayedarekî leşkerî hatin wergirtin, di bin navê 'leşkerên bi peyman' de çete tên veşartin.
Hat gotin, li ser sînorê Hatayê çete tên perwerdekirin. Li gorî agahiyên ji rayedarekî leşkerî hatin wergirtin, di bin navê 'leşkerên bi peyman' de çete tên veşartin.
Li Hatayê ku veguheriye baregeha çeteyan, hat îdîakirin ku li qereqolên li ser sînor çete tên perwerdekirin. Li gorî agahiyên ji rayedarekî leşkerî hatin wergirtin, çeteyên ji Îdlibê hatine anîn ku ev der di bin kontrola çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam de ye, beşek jê li herêmên ewlekariya leşkerî yên ser bi qereqolên li ser sînor hatine bicihkirin. Navborî diyar kir, komên çete bi otobusên ku camên wê reşkirî ne, hatin anîn û kincên leşkerên Tirk li wan hatine kirin. Ji van koman re li herêmên leşkerî ku sivîl nikarin biçin wê derê, perwerde tê dayîn.
'YÊN PERWERDEYÊ DIDIN, LEŞKERÊN TIRK IN'
Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarê leşkerî ve hatin dayîn, prosedura ji bo leşkerên bi peyman tê meşandin, ji bo van çeteyan tê birêvebirin. Li ser kincên leşkerî yên li van çeteyan, nav nayê nivîsandin.
Rayedar diyar kir, ev komên çete tevî yekîneyên tevgera taybet ên jendermeyan tên anîn û perwerdeya çeka kalaşnîkovê ji wan re tê dayîn. Rayedar anî ziman, ji çeteyan re her şêwe perwerdeya leşkerî tê dayîn û kesên vê perwerdeyê didin jî leşkerên Tirk in.
Vî çavkaniyî da zanîn, ev çete ji serê sibehê heta êvarê tên perwerdekirin û piştre li şûna wan çeteyên nû tên anîn.