Di 48 seatan de kêmahî 50 binçavî!

Di 48 seatan de kêmahî 50 binçavî!

HEZEXÊ: Şaredarê Deştadarê ya girêdahî navçayê Şirnexê Hezexê Nurî Akman di seatên êvarê de ku dixwest here hevdîtina parêzerê xwe, hatin binçav kirin. Akman, piştî emnîyetê sewqê dozgeriyê hatin kirin. Polîsê Tirk, berî çend rojan Deşdarê jî di nav de li dijî şaredarên BDP'ê yên li Hezexê operasyonên binçavkirinê dabû destpêkirin.

SERÊKANÝYÊ: Li navçeya Serêkaniya Rihaye û gundên wê polîs û leşkeran bi ser gelek maland de girtin. Polîs û leşkeran di serdegirtina malan de 12 kes binçavkirin. Yekîneyên leşker û polîsan hevpar û hemwext serê sibê saet di 05.00'an de li navçeya Serêkaniyê û gundên wê bi ser gelek malan de girtin. Polîs û leşkeran di serdegirtina malan de herî kêm 12 kes binçavkirin. Hat zatîn ku operasyon dêkildarî çalakiya 24'ê mijdarê ya BDP'ê ku lidarxistibû pêk hat. 12 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.

MÊRSÎN: Li Mêrsînê zarokê 16 salî E.G. hate girtin. Li Şirnexê jî endamê meclîsa şaredariya Geverê yê berê Rahmî Bor hat binçavkirin. Li navçeya Akdeniza Mêrsînê zarokê 16 salî E.G. bi hinceta tev li çalakiyan bûye hat binçavkirin. E. G., piştî sewqî dadgehe hate kirin bi îdîaya tev li çalakiya bê destûr bûye hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê.

ŞIRNEX: Li Şirnexê jî endamê meclîsa şaredariya Geverê yê berê Rahmî Bor hat binçavkirin. Endamê meclise yê berê yê BDP'î Rahmi Bor, li Şirnexê ji aliyê polîsan ve ji otelê hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Şiernexê. Sedema binçavkiina Bor nehat zanîn.

DÊRSIM : Li Zanîngeha Dêrsimê xwendekaran xwest helwesta rektoriyê ya ji protestên li ODTU'yê bi pankartekî şermezar bikin. Li pêş fakûlteya endezyariyê pankertek bi nivîsa "Rektor li gel begê xwe, xwendekar jî li gel ODTU'yê ne" vekirin. Dema polîs xwest pankartê bidê hev, bûyer derketin û 19 xwendekar hatin binçav kirin.

BAZÎD: Li navçeya Bazîdê ya Agirê di seatên serê sibehê di serdegirtinên şaredariye û malan de Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, Endama Meclîsa Şaredariye Nazan Baglan Sogut, Endamên BDP'ê Îsa Karahan, Ahmet Utuş û Revêberê Rexistina BDP'ê ya navçeye Mehmet Bîrdal hatin binçavkirin. Piştî dozgeriye îfadeya Korkmaz û Baglan Sogut girt, serbest hatin berdan. Endamên BDP'ê Îsa Karahan, Ahmet Utuş û Revêberê Rexistina Navçeye a BDP'ê ya navçeye Mehmet Bîrdal jî piştî îfadeya wan li Miduriyeta Polîsan hat girtin, serbest hatin berdan.

JI BO 40 KESAN 401 SAL CEZA

Doh jî di doza KCK'ê ya Şirnexê ya Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî heye 41 jê girtî 55 siyasetmedarên kurd duh li Amedê hat dîtin. Dîwana dadgehê li 40 kesan bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" ji bo her kesekî di navbera 6 sal û 3 meh û 17 salan de cezayê girtîgehê birî. Dîwana bi tevahî li 40 kesan 401 sal û 9 meh cezayê hepsê birî.