Dewletê mal û milkên çapemeniya Kurd da ber firotinê
Mal û milkên çapemeniya Kurd DÎHA, JINHA, Azadiya Welat û Azadî TV dane ber firotanê, ku rejîma AKP'ê beriya niha bi biryarnameyan dawî li weşana wan anîbû.
Mal û milkên çapemeniya Kurd DÎHA, JINHA, Azadiya Welat û Azadî TV dane ber firotanê, ku rejîma AKP'ê beriya niha bi biryarnameyan dawî li weşana wan anîbû.
Fona Sîgortayê ya Rahênana Sexbêriyê (TMSF) mal û milkên 11 saziyên medyayê yên li bûroyên wan ên li bajarên cuda da ber firotanê. Di nav van de Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA), rojnameya Azadiya Welat, Azadî TV û rojnameya Bizim Kocaelî hene.
Mal û milên Bûroya DÎHA’yê ya Enqerê bi 905 TL’yî, yên Bûroya Jinhayê ya Amedê bi 4 hezar û 536 TL û Azadî TV jî bi 245 hezar TL’yî dane ber firotanê.
Mal û milkên ku dest li ser danîne heta 30’ê Nîsanê, dema qedandina mesayiyê piştî nirxandina teklîfên heeyî wê werin firotin.