Dewleta Tirk guh neda NATO’yê
Dewleta Tirk guh neda NATO’yê û asteng kir ku wekîlên Elman Duşemê were ziyareta xwe bikin.
Dewleta Tirk guh neda NATO’yê û asteng kir ku wekîlên Elman Duşemê were ziyareta xwe bikin.
Gulana bihurî ji bo wekîlên Elman bikaribin leşkerên xwe yên li Konyayê yên li ser balafirên AWACS’ê peywirdar ziyaret bikin alayên NATO’yê bi wan ve hatibû daleqandin. Lê dewleta Tirk guh neda mîsyona NATO’yê û serdana wekîlê Elman ku wê Duşemê were pêk bihata asteng kir.
Piştî ku Enqerê çend caran red kir ku komek wekîl ên endamên Komîsyona Parastina Federal werin baregeha Încîrlikê û yekîneyên Elman ziyaret bikin, hikûmeta Elman neçar mabû ku leşkerên xwe ji vir bikişîne. Leşkerên Elman ên ku di nav çarçoweya têkoşîna dijî DAIŞ’ê de li ser balafirên keşfê peywirdar bûn gav bi gav ji bo Urdunê têne şandin.
Piştî Încîrlikê ji bo balafirên AWACS’ê yên artêşa Elman jî heman tişt xuya dike. Gulana bihurî ji bo ku bêyî destûra Enqerê bikaribin leşkerên li Konyayê ziyaret bikin, bi pêşniyara NATO’yê biryar hatibû dayin ku alayên NATO’ê bi balafirên AWACS’ê ve bikin.
Rejîma Erdogan bi vî rengî çav ji wekîlên Elman re şikandibû ku wiha ew dikarin biçin Konyayê. Lê dewleta Tirk soza ku dayî NATO’yê, ku ew jî endamê NATO’yê ye bi cih neanî û di gava dawî de asteng kir ku wekîlên Elman Duşemê serdana xwe bikin.
Bi vî rengî, piştî ku Enqerê red kir ku Elmanya bikaribe li baregeha NATO’yê, Konyayê lekerên Elman ziyaret bike, li xeta Enqere-Berlîn-Brûkselê krîzeke dî çêbû. Navenda NATO’yê a li Brûkselê ji bo ku Enqere demeke dî ji bo wekîlên Elman diyar bike kete tevgerê lê wekîlên muxalefet û hikûmetê yên Elman dixwazin ku leşkerên li Konyayê jî werin vekişandin.
SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ ELMAN KETE DEWRÊ DE
Li gorî agahiyên di çapemeniya Elman de Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg ji bo rêyeke navîn bibîne hewl dide ku Elmanya û Tirkiyê qanih bike. Lê şîrikên hikûmeta Merkel demokratên sosyal û Partiya Çepgir dixwazin ku di cih de leşkerên li Konyayê werin kişandin.
Serokê Partiya Demokratên Sosyal Thomas Oppermann got, ‘’Heta ku mafê ku leşker dikarin werin ziyaretkirin neyê dayin divê ev leşker li Konyayê nemînin’, partiya Merkel CDU jî biendaze nêzî krîzê dibe. Dibêjin astengkirina serdana Konyayê pêngaveke nû ya Erdogan e û divê ‘em neyên lîstikê’.
Heftiya bihurî Serokkomarê Tirk ji bo G20’ê hatibû Hambûrgê û hikûmeta Elman destûr nedabû ku Erdogan li Elmanya mîtîngê bike. Piştre destûr nedabûn ku wezîrên Elman bernameyên 15’ê Tîrmehê bikin. Astengkirina ziyareta Konyayê weke tolhildana rejîma Erdogan tê dîtin.
BALAFIRÊN LI KONYAYÊ NE YÊN ELMANYAYÊ NE!
Lê balafirên AWACS’ê yên li baregeha Konyayê ne yên artêşa Elman in. Li ser balafiran alayên NATO’yê hene. Tenê peywirdarên li ser balafiran Elman in. Li gorî malpera nûçeyan a Spîegel Onlîne li vir 10-20 leşkerên peywirdar ên Elman hene, balafir jî girêdayî baregeha Geîlenkîrchenê yên Elmanya ya NATO’yê ye.
Tê gotin ku leşkerên Elman ji Konyayê vekişin mîsyona parastina herêmê ya NATO’yê wê bikeve talokeyê. Ji ber ku balafirên AWACS’ê bi taybetmendiya xwe ku heta bi 400 kîlometere menzîlê dikare balafiran tespît bike û bi vî rengî jî mekanîzmaya herî girîng a parastinê ye.
Piştî ku Hezîrana 2016’an Meclîsa Federal a Elman komkujiya Ermenan a 1915’an bi piraniya deng bi ‘qirkirinê’ qebûl kir, Erdogan û rayedarên Tirk gotin, ‘em ê destûrê nedin ku wekîlên ew biryar erê kirine werin Tirkiyê’ û bi vî rengî jî asteng kiribûn ku wekîlên Elman Baregeha Încîrlikê ziyaret bikin.