Dewleta Îranê kolberekî din ê Kurd qetil kir
Hêzên Îranê li sînorê Bane êrîş birin ser komek ji Kolberan. Di encamê de kolberekî Kurd qetil kir.
Hêzên Îranê li sînorê Bane êrîş birin ser komek ji Kolberan. Di encamê de kolberekî Kurd qetil kir.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku doh êvarê li herêma sînor a Bane hêzên Îranê êrîş birin ser komek ji kolberan. Hate ragihandin ku di encama êrîşê de kolberekî Kurd hate kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, kolberê hate kuştin Cafer Ferecî yê 40 salî bû, ku bavê 2 zarokan û ji bajarê Seqizê bû.
Di êrîşên Îranê de par zêdeyî 30 kolber hatibûn kuştin.