Deutsche Bahn wê bi sendîkayan re hevdîtinê bike

Deutsche Bahn wê bi sendîkayan re hevdîtinê bike

Lihevnekirinên ku bi mehan e dibin sedema grevên xebatkarên rêyên hesinî yên Elman, li gorî daxwaza sendîkayan li ber çareseriyê ne. Deutsche Bahn ku li dijî daxwazên sendîkaya GDL li ber xwe dide, biryar da ku muzakereyan bi hemû sendîkayan re di heman demê de bimeşîne.

Di daxuyaniya Deutsche Bahn de hat ragihandin, ku hemû sendîkayên rêyên hesinî qebûl kirine, ku di heman demê de muzakereyê bimeşînin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemû sendîka ji bo hevdîtinên giştî yên 21'ê Mijdarê li bajarê Frankfurtê, hatine vexwendin.

Vexwendînameya Deutsche Bahn gihaşt sendîkayan, wê îro diyar bibe ka sendîkayên rêyên hesinî bersiva erênî yan jî neyînî bidin vê vexwendinê.

Yek ji xalên lihevnekirinê ku çend roj berê rê li ber greva herî demdirêj a rêyên hesinî ya dîroka Elmanyayê vekir, daxistina 2 saetan ji dema kar a heftane ya makînîstan û zêdekirina heqdestê hemû karkeran ji sedî 5'an, bû. Sendîkaya Makînîstên Elman (GDL) a biryara grevê stend, di muzakereyên bi Deutsche Bahn re de, ji bo hemû endamên sendîkayan dixwaze mafê xweser, bê naskirin.

Sendîkaya EVG ku piraniya komên pîşeyî yên xebatkarên din ên rêyên hesinî endamên wê ne jî, dixwaze ji bo hemû xebatên sendîkayan peymaneke giştî ya hevpar bê kirin. Ev daxwaza ku ji kargeha Deutsche Bahn destekê dibîne, bingeha krîza di navbera wê û sendîkaya GDL bû.

Bi biryara dawî ya Deutsche Bahn re, wê der barê mafên makînîstan de bi sendîkaya GDL re muzakereyê bike. Lê belê hînê nayê zanîn ka sendîkaya GDL wê destekê bide muzakereya bi EVG a li ser mafên komên pîşeyî yên din, an na.

Ji ber greva makînîstên endamên sendîkaya GDL, ji roja Çarşemê heta Şemiyê seferên gelek trenên rêwî û bar, betal bûbûn.