Dest li ser pasaporta Asli Erdogan danîn
Nivîskar Asli Erdogan ku plansaziya wê dihate kirin ji bo xelata aştiyê bistîne biçe Elmanyayê, dest li ser pasaporta wê danîn.
Nivîskar Asli Erdogan ku plansaziya wê dihate kirin ji bo xelata aştiyê bistîne biçe Elmanyayê, dest li ser pasaporta wê danîn.
Nivîskar Asli Erdogan, bi hinceta ku endama Desteya Şêwirmend a Weşanê ya Ozgur Gundemê bû 4 mehan li girtîgehê ma û piştre bi darizandina bê ku girtî be hate berdan. Dema ku ji bo xelata aştiyê bistîne dixwest biçe Elmanyayê dest li ser pasaporta wê hate danîn. Qenala Elman ZDF'ê ragihand, ji ber ku dest li ser pasaporta Asli Erdogan danîne ku 22'yê Hezîranê qedexeya wê ya derketina derveyî welat hatibû rakirin, wê nikaribe tevlî merasîmê bibe. Erdogan ji ber nivîsên derbarê geşedanên polîtîk ên Tirkiyê wê xelat bistanda.
Asli Erdogan, ku her wiha endama Rûmetê ya PEN'ê ye, beriya niha xelat standibûn lê ji ber ku qedexeya derketina derveyî welêt li ser hebû nikarîbû xelatan bistîne.
Xelat piştre li Tirkiyê radestî wê kiribûn.