Dest danîn ser pasaporta Temellî

Dest danîn ser pasaporta Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek belav kir û ragihand ku dest danîne ser pasaporta wî û nikare biçe derveyî welat.

 

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Temellî îşev (Şemî) wê beşdarî bernameya Medya Haber bibûya û  pirsên rojnamevanan bibersivanda.

Qedexeya derketina derveyî welat a Temellî beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê jî balê dikêşe ser xwe.