Desmond Tûtû wê tevlî Konferansa Kurd a li PE bibe

Desmond Tûtû wê tevlî Konferansa Kurd a li PE bibe

11. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li Parlamenta Ewropayê (PE) wê îsal bi beşdariya gelek kesayetên girîng ên ji Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê pêk were. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobedê oldarê ji Afrîka Başûr Desmond Tûtû yê par bi peyamek ji dîmen beşdar bûbû, wê îsal li konferansê amade be.

Di konferansa roja Çarşemê li PE destpê bike de, kaosa li Rojhilata Navîn, pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê û têkiliyên Yekîtiya Ewropa-Tirkiye wê rojeva bingehîn bin.

11. Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê, di demeke ku têkoşîna Kurd di rojeva sereke ya cîhanê de ye, tê lidarxistin.

Di nava organîzatorên konferansa di 10-11'ê Kanûnê bê lidarxistin de, Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobedê Demond Tûtû yê ji Afrîka Başûr, Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî, Qasiya Niyeta baş a Konseya Ewropayê û Berdevka Weqfa Parastina Hawirdorê Bianca Jagger, parlamentera berê ya DEP'ê û xwediyê xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov Leyla Zana, Profesor nivîskar Noam Chomsky û nivîskar Yaşar Kemal hene.

DESMOND TÛTÛ WÊ VÊ CARÊ BI XWE LI KONFERANSÊ AMADE BE

Desmond Tûtû yê di 10. Konferansa Kurd a par de bi peyameke ji dîmen beşdar bû, îsal wê bi xwe beşdarî vekirina konferansê bibe. Di konferansê de wê pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê û rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelek aliyan ve bi berfirehî were nirxandin.

Di roja duyemîn a konferansa ku wê alternatîfên kaosa li Rojhilata Navîn bê nirxandin de, krîza li Iraqê, terora DAIŞ'ê û rewşa li herêma Kurdistanê jî rojevên konferansê ne.

Her wiha wê têkiliyên YE-Tirkiye, pirsgirêka Kurd, êrîşa 9'ê Çileya 2013'a a li Fransayê ku di encamê de sê jinên Kurd hatin qetilkirin, werin nîqaşkirin. Li gel vê wê di çareseriya krîzan de perspektîfên jinê, yek ji sernavê nirxandinan be.

Axaftvan:

-Desmond Tûtû, Essa Moosa yên ji Afrîka Başûr, Midûrê Weqfa Berghof a li Elmanyayê di mijara pevçûnan de xwedî xebatên girîng e Hans-Joachim Giesmann,

-Ji koma sosyal demokrat a Portekîzî parlamentera Parlamenta Ewropayê Ana Gomes, ji Holandayê parêzer Marieke van EIK,

-Sekreterê Giştî yê EUTCC Michael Gunter, ji Zanîngeha Tel Avîvê ji Navenda Moshe Dayan Ofra Bengio,

-Rojnamevanê Holandî Frederike Geerdink, Ji Koma Tifaqa Azad û Koma Keskan a Ewropayê parlamenter Bodil Ceballos, ji Koma Çep a Yekbûyî-Keskên Bakur a Ewropayê Jurgen Klutte

-Ji saziya think thank a Elman SWP Gunder Seufert,

-Ji Fransayê parêzerê doza qetilkirina sê jinên şoreşger ên hatinq etilkirin Antoine Comte,

-Ji DYA endamê enstîtuya American Enterprise Institute Michael Rubin, ji Çep a Yekbûyî/Koma Kesk a Bakur a Ewropayê Francis Wurtz,

-Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, ji heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, Alîkarê Hevserokên HDP'ê Nazmî Gur û ji tevgera jinên Kurd Gonul Kaya,

-Serokê saziya KURD-AKAD Dêrsim Dagdevîren, ji Zanîngeha Enqereyê Arzû Yilmaz, ji Zanîngeha Bogazîçî Abbas Valî, ji Zanîngeha Enqereyê Bahar Şîmşek,

-Rojnamevana Tirkiyeyî Asli Aydintaşbaş, rojnamevana Tirkiyeyî Şîrîn Payzin, rojnamevan Huseyîn Yayman, Osman Kaval.