Derket holê, ku parêzerê Tirk kuryeyê DAIŞ'ê ye

Parêzerê Tirk Mûtlû Gunal, ku li Elmanyayê parastina endamên çeteya DAIŞ'ê dike, ji ber "piştgiriya ji bo rêxistina terorê" kete ber lêpirsîna dozgeriya federal. Tê gotin, ku Gunal alîkarî daye kesên xwestine tevlî DAIŞ'ê bibin.

Mûtlû Gunal, ku buroya wî li Bonnê ye, parêzerê naskirî yê terorîstên 'Îslamiyên tund' endamên DAIŞ'ê yên li Elmanyayê tên darizandin bû. Gunal wê niha ji ber desteka ji bo DAIŞ'ê derkeve pêşberî dadger. Derket holê, polîsên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Nordrheîn Westfalenê (LKA) bi fermana dozgeriya federal avêtin ser buroya Gunal.

Li gorî nûçeya taybet a malpera înternetê ya kovara Der Spîegelê, der barê Gunal ê 42 salî de dozgerê federal ji sûcdariya "destek daye rêxistina terorê" lêpirsîn daye destpêkirin. Hat ragihandin, Gunal alîkarî daye muwekîlên xwe yên xwestine tevlî çeteyên DAIŞ'ê bibe, ku xwe bigihînin herêma DAIŞ'ê.

BERÊ ENDAMÊ DAIŞ'Ê DA TIRKIYEYÊ

Endamê DAIŞ'ê yê bi navê Yûnûs S. ê li Elmanyayê dijî, Tîrmeha 2015'an bi rêya telefonê bi parêzerê xwe Gunal re axivî û jê re got, ku dixwaze tevlî DAIŞ'ê bibe, lê belê qedexeya ger û geştê li ser wî heye. Gunal li ser vê yekê jê re got, "Di ser Brukselê re bi balafirê biçe Rodosê. Ji wir jî derbasî Tirkiyeyê bibe. Bi vî rengî tu yê qedexeyê ji holê rake."

Tê gotin, Yûnûs S. bi vê rêya ku parêzer danî ber wî, xwe gihand Sûriyeyê, wextekê li nava DAIŞ'ê şer kir û piştre vegeriya Elmanyayê. Yûnûs S. meha Gulana bihurî li Dadgeha Eyaletê ya Dusseldorfê hate darizandin.

PARÊZERÊ LÎDERÊN DAIŞ'Ê

Dema ku Yûnûs S. hate binçavkirin, ji ekîba lêpirsînê re got ku Gunal ew derbasî Belçîkayê kiriye. Gunal her wiha parêzeriyê ji lîderên DAIŞ'ê yên li Elmanyayê tên darizandin Sven Laû û Ebû Walaa re parêzeriyê dike.

Ebû Walaa, Komeleya Îslamê ya Elman a li bajarê Hîldesheîmê, ji bo komkirina endamên nû ji DAIŞ'ê re li Elmanyayê, bi kar dianî. Darizandina Ebû Walaa duh li Dadgeha Cezayê Giran a Celle dest pê kir. Sven Laû jî ku li Dadgeha Cezayê Giran a Dusseldorfê hate darizandin, bi 5,5 salan hate cezakirin.

Mûtlû Gunal, sala 2015'an ji endamê MÎT'ê yê li Elmanyayê hate darizandin Goksel Guler re jî parêzerî kiribû. Ev doza MÎT'ê, ku yek ji parêzerên berê yên Erdogan Mûhammed Taha Gergerlîoglû jî lê hate darizandin, di encama peymanên veşartî yên navbera Elmanya û Tirkiyeyê de bêyî ku cezayek bê birîn, hatibû qedandin.