Deriyê Sînorê yê Iraq-Sûriye Bukemal ji nû ve hate vekirin

Deriyê Sînor ê Bukemal ê navbera Iraq û Sûriyeyê, piştî ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin û şûnde ji nû ve ji bo bazirganiyê hate vekirin.

Deriyê sînor Bukemal (El Qayim) piştî li Iraq û Suriyeyê şer û alozî derketin, ji sala 2014’an heta 2017’an kete di bin kontrola DAÎŞ’ê de .Vê Duşemê kamyona barhilgir a yekem deriyê sînor ê El Qayim derbas kir. Derdiyê sînor aliyek di bin rêveberiya rejîma Sûriye aliyê din jî di bin rêveberiya Iraqê de ye.

Deriyê Sînor El-Qayim di navbera bajaroka El-Bukemal ê girêdayî parêzgeha Dêre Zor a Suriyeyê û bajaroka El-Qayim ê girêdayî bajarê Huseybe yê parêzgeha Enbarê de ye.

Wezîrê Karê Hundir ê Sûriyeyê Halîd El Rahamûn vebûna deriyê sînor silav kir û vebûna deriyê sînor weke ‘encama serketina her du gelan a li dijî komên terorîstî’ pênase kir.