Deriyê Bab El-Hewa kete bin destê DAIŞ'ê

Deriyê Bab El-Hewa kete bin destê DAIŞ'ê

Li taxa El-Raşîdîn a bajarê Helebê ev 5 roj in şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîma Baasê û çekdarên opozîsiyonê de berdewam in. Li gorî agahiyan 3 topên hawanê bi ser girtîgeha Muslimiyê de ketin. Her wiha pevçûn li taxa Eşrefiyê di navbera çekdarên opozîsiyonê û rêjîmê de rûdan. Li aliyekî din jî hate ragihandin ku hêzên Îslami yên radîkal dest danîn ser deriyê sînor ê Bab El-Hewa ya girêdayî parêzgeha Îdlibê û gelek cebilxaneyên Artêşa Azad desteser kirin.

Şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîma Baasê û çekdarên opozîsiyonê de li taxa El-Raşîdîn a bajarê Helebê ev 5 rojin berdewam in. Di encamê de ji herdu aliyan gelek kes hatine kuştin.

Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê jî di navbera çekdarên opozîsiyonê û rêjîmê de pevçûn rûdan. Her wiha tax ji herdu aliyan ve hate topbaran kirin û derbarê ziyanan de ti agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.