Derfeta ku Sûriyeyê ji destê xwe revand

Halbûkî Sûriyeyê derfeteke mezin bi dest xistibû. Ger HTŞ’ê li gel pêkhateyên din ên li welêt hikûmet ava bikira û ew jî daxilî xebatên çêkirina qanûna bingehîn bikira, îro van şer û pevçûnan rû nedida û hêzên derve destwerdana Sûriyeyê nedikirin.

ZEKÎ BEDRAN

Bi siyaset û zîhniyeta HTŞ’ê pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin û aramî û demokrasî nayên dabînkirin. Li Sûriyeyê gelek gel, bawerî û çandên cuda hene. Bi salên dûr û dirêj ji aliyê rejîma BAAS’ê ve hate birêvebirin. Pergala zextkar, zêde navendî û yekperest dawiyê bû sedema şerekî navxweyî yê dijwar. HTŞ dixwaze vê awayê birêvebirinê ya hatî ceribandin û bûye sedema bobelatên mezin bi awayekî xirabtir dubare bike. Li neteweperestiya Ereban mezhebparêziyê jî zêde dike. Gelo bi vî mejiyî û nêrînê Sûriye wê çawa bi cîhanê re yekbûnekê ava bike û aştî û aramî werin dabînkirin?

Tu kesên li hemberî Sûriyeyê hesas û xwedî berpirsyar xwe ji xebatên şoreşê dûr nagire û nabe ku xwe jê dûr bigire jî. Erê şoreşa Sûriyeyê ji aliyê HTŞ’ê ve tê dizîn. Li şûna şoreşê rê û rêbazên derbekar tên ceribandin. Ji ber ku nikarin gelan, çandan û baweriyên cuda hembêz bikin, li hemberî pirsgirêkên ku rû didin serî li tundiyê û çekan didin. Li dijî avabûna Sûriyeyê ya bi awayekî demokratîk derdikevin. Derdorên demokratîk, sekûleran, hêzên birêxistinkirî bi zanebûnî dûrî pêvajoya avabûnê digirin. Dixwazin dewletê di çarçoveya nêrîn û zîhniyeta xwe de ava bikin. Her wekî ku bi tenê wan li hemberî rejîma BAAS’ê li ber xwe daye.

Dema HTŞ’ê rêveberiya Şamê bi dest xist hemû bendewariyên gelan û zindîbûna şoreşê danî aliyekî. Kesên ku  biyet nekirin û daxwazên wan ên cuda hebû paşguh kirin. Bi vî awayî ji bilî wan tu kes li ser desthilatdariyê nema. Kurd, Durzî, Elewî, civakên Xiristiyan û Erebên sekûler bi temamî ji pêvajoyê hatin dûrxistin.

Di peymana navbera rêveberiya Şamê û Rêveberiya Xweser de madeyeke têkildarî agirbesta ji bo hemû Sûriyeyê hebû. Weke ku ev made nehatiye îmzekirin, îro li gelek deverên Sûriyeyê şer û pevçûn hene. Wisa dixuye ku tu wateya peymanên li gel HTŞ’ê tune ye. Bi vî awayî wê kî ji gotin û biryarên wan bawer bike?

Qaşo yek ji Durziyan li hemberî pêxember ezmandirêjî kiriye. Dibe, di nava hemû civakan de mirovên cuda, kiryarên cuda hene û dibe ku car caran provokasyon jî bêne kirin. Ger sûcek hebe rêveberî lêkolîn dike; yasa û darazê dixe dewrê. Lê belê HTŞ, hem agirbesta îmze kiriye paşguh dike hem jî pêvajoya yasayî naxe dewrê. Rasterast hêza xwe ya leşkerî dişîne taxên Durziyan. Di encaman van şer û pevçûnan de bi dehan welatî jiyana xwe ji dest didin û zirareke mezin digihîje têkiliyên di navbera civakan de.

Durziyan li hemberî van êrîşan li ber xwe dan û dan zanîn ku ew ê li ber xwe bidin jî. Ragihandin ku ji HTŞ’ê bawer nakin û têkildarî ewlehiyê metirsiyên wan hene. Her wiha ji bo parastinê serî li saziyeke navneteweyî jî dan. Ev ne rewşeke ji rêzê ye. Dibe ku hin kes îdîayên weke 'Ev sîxur in û Îsraîl wan provoke dike' bikin. Ji xwe Îsraîl bi awayekî eşkere dibêje ku ew li dijî HTŞ’ê ye.

Lê belê ger HTŞ li hemberî gelê xwe rêzê bigire, hesas be û guh bide bendewariyên wan Îsraîl nikare destwerdana tu civakan bike. Heya niha Durzî dibêjin ku ew naxwazin ji Sûriyeyê veqetin. Lê belê ger hebûna wan bi talûkeyan re rû bi rû bimîne û kî alîkariya wan bike ew ê jî berê xwe bidin wan.

HTŞ’ê dabû zanîn ku ew ê êrîşên li ser Elewiyan jî lêkolîn bikin. Qaşo komîte ava kiribûn. Lê belê tevî ku çend meh jî derbas bûn hê daxuyaniyek jî nehatiye dayîn. Rêveberên HTŞ’ê rexne jî li xwe nekirin. Komkujiyê bi awayekî fermî nagirin ser xwe lê belê tiştên rû dayîn venaşêrin jî. Dixwazin bi demê re wê pêvajoyê bidin jibîrkirin. Ger HTŞ di vê mijarê de cidî be wê ji Elewiyan lêborînê bixwaze, baweriyê bide wan û berpirsiyarên komkujiyê bidarizîne. Lê belê heya niha jî kesekî tawanbar nehatiye girtin jî.

Îsraîlê diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşên li se Durziyan bê deng nemîne û li ser çend deverên Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk anîn. HTŞ jî nikare bersivê bide van êrîşan. Çimkî bes dikare welatiyên xwe; wan qetil dike. Rêveberiya HTŞ’ê zêde otorîter û navendî ye. Ji bo ku desthilatdariyê di destê xwe de bigire serî li hemû rê û rêbazan dide. Dûrî çanda lihevkirin, aştî û pêkvejiyanê ye. Tekane tişta ku dizanin kuştin, zulm û ferzkirin e.

Halbûkî Sûriyeyê derfeteke mezin bi dest xistibû. Ger HTŞ’ê li gel pêkhateyên din ên li welêt hikûmet ava bikira û ew jî daxilî xebatên çêkirina qanûna bingehîn bikira, îro van şer û pevçûnan rû nedidan û hêzên derve derstwerdana Sûriyeyê nedikirin. A niha ji ber ku Îsraîl bi awayekî eşkere êrîş dike, tê rexnekirin. Lê belê destwerdana Tirkiyeyê zêdetir e. Herêmeke mezin a Sûriyeyê hê di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye. Bi deh hezaran çeteyên çekdarî hê jî di bin kontrola Tirkiyeyê de tev digerin. Tirkiye polîtîkaya Sûriyeyê ya derve û hundirîn bi rê ve dibe û beralî dike.

Wisa dixuye ku HTŞ di dewamkirina van polîtîka û rêveberiya xwe de bi israr e. Ji ber vê yekê jî hemû gelên Sûriyeyê xwe di bin talûkeyê de dibînin. Ger parastineke navneteweyî hebe divê ev bes ne ji bo Durziyan be divê ji bo hemû gelan û baweriyan be!