Çanda Neteweya Demokratîk
Di pirsgirêka Kurd de çareseriya neteweya demokratîk beriya her tiştî bi danasîna rast a dîrok û çanda Kurd ve girêdayî ye. Danasîna rast a dîrok û çandê bi xwe re naskirina hebûna civakî jî tîne.
Di pirsgirêka Kurd de çareseriya neteweya demokratîk beriya her tiştî bi danasîna rast a dîrok û çanda Kurd ve girêdayî ye. Danasîna rast a dîrok û çandê bi xwe re naskirina hebûna civakî jî tîne.
Şax û aliyê çandî di pêkhatina neteweyan de xusûseke girîng e.
Çand di çarçoveyeke teng de heqîqeta hest û zêhniyeta ji rêûresmê ya civakan îfade dike. Dîn, felsefe, mîtolojî, zanist û qadên cûrbicûr ên hunerî di çarçoveyeke teng de çanda civakekê pêk tînin. Bi awayekî rewşa rûhî û zêhnî ya civakekê nîşan didin. Dema bi destê dewleta netewe yan jî bi destê dewletê netewe têne pêkanîn, cîhana çandî gelekî tê berevajîkirin û qirkirin. Modernîteya kapîtalîst rêûresmê bi tevahî heqîqeta wê, weke xwe qebûl nake. Ji wê çi bê hesabê wê diparzinîne û li ser bingehê berjewendiyên xwe vediguherîne û digire. Bi navê dîroka çandî tişta mohra xwe lê dixe û datîne pêşiya ferd û civakê tiştekî din e; li ser navê dîrokê bêdîrokî, li ser navê çandê bêçandîtî ye. Bi gotineke din, tevahiya dîroka mirovatiyê û çanda wê bi berçavka kapîtalîzmê ya berjewendiyan û xerîzeya wê hildibijêre, mîna resmekî nû çêke li pêşberî me radixe. Di vê çarçoveyê de modernîteya kapîtalîst û hêmana wê ya herî girîng dewleta netewe, tevgera reşkirin û berevajîkirina çand û rêûresmeke mezin in. Weke heqîqet derbeke mezin e ku li çand û dîrokê dikeve. Ji lewra wekî din nikare pîvana daneheva sermayeyê û kara herî zêde ya pêk tîne rewa bike. Modernîte û dewleta netewe heta dîrok û çandê li gorî xwe ji nû ve ava nekin nikarin xwe pêk bînin. Rastiya modernîte û dewleta netewe ya derdikeve holê weke heqîqet û rastiyeke din a cuda ya dîrok û çandê maneyeke cuda îfade dikin.
Neteweya demokratîk maneya rastî ya dîrok û çandê li wan vedigerîne û bi vî awayî hewl dide xwe pêk bîne. Çand û dîroka hatine berevajîkirin û qirkirin di pêvajoya neteweya demokratîk de mîna ku Ronesansa xwe bibînin. Jixwe Ronesansa di serdema navîn a Ewrûpayê de derkete holê ji nû ve zindîbûn û hilatina dîrok û çanda Grek û Romayê îfade dikir. Paşê tevahiya qewm û welatên Ewrûpayê bi mînaka Îtalyayê rabûn, Ronesansa xwe pêk anîn û di netewebûyîna demokratîk de bi ser ketin. Ev dihat wê maneyê ku her gelî ji nû ve xwe digihand dîrok û çanda xwe (ji Katolîktiyê ango gerdûnîtiyê dibihurîn) û bi vî awayî xwe weke neteweya demokratîk ava dikir. Di destpêka netewebûyîna Ewrûpayê de hêmanên dîrok û çandê serdest bûn. Ev hêman jî bi awayekî bingehîn dîrok û çanda gelan û qewman bû. Di vê çarçoveyê de, li cem neteweyên pêk dihatin meyla demokratîk bêhtir giraniya xwe nîşan dida. Paşê meyla çîna bûrjûwaziyê bi pêş ket û nexasim di Şoreşa Franseyê de hegemonya xwe ava kir û bi vî awayî karektera neteweya demokratîk a mohra desthilatdarî û dewletê li ser bû, veguherî dewleta netewe. Ya rastî, pêşî Şoreşa Franseyê ya mezin bi tevahî tişta di şoreşên Ewrûpayê de –bi derengî be jî Şoreşa Rûs jî di navê de – qewimî li dijî neteweya demokratîk û şoreşa neteweya demokratîk dijşoreşa dewleta netewe bû. Dewleta netewe li dijî şoreşên mezin ên demokratîk ên gelên Ewrûpayê û kedkarên wê, tevgereke mezin a dijşoreşê bû. Li Ewrûpayê û paşê li tevahiya dinyayê neteweparêziya bi destê her dewleta netewe yan dewletê tevgereke mezin a dijşoreşê ya kapîtalîzmê û bûrjûwaziyê ye ku li dijî sosyalîzmê û proleteriyayê, li dijî şoreşên wan ên neteweya demokratîk, li dijî neteweyên şoreşger û piştgiriya gelan û li dijî enternasyonalîzmê pêk hatine.
HER DEWLETA NETEWE DIJŞOREŞEK E
Bi kurtasî, her dewleta netewe dijşoreşek e. Dîkta û faşîzma kapîtalîzmê, bûrjûwaziyê û hevparên wan e. Sîstema kapîtalîst û çîna wê ya damezrîner bûrjûwayê, li dijî sîstema bêxêrûbêr feodalîzmê û nûnerên wê qral û prensên feodal maskeya şoreşger dan ber rûyê xwe, lê ya rastî, yên li hemberî feodalan şer kirin gel bûn; tevgerên gelan ên şoreşger û neteweyên demokratîk bûn. Serketin jî heqê wan bû. Bûrjûwazî ket nava tevahiya van şoreşên gelan û tevgerên neteweya demokratîk. Hêza xwe ya ekonomîk bi kar anî û li dijî şoreşên neteweyên demokratîk bi mîlliyetgiriya dewleta mîllî û neteweya dewletê dijşoreş bi awayekî berfireh meşand û bi vî awayî di bin hegemonya xwe de mohra xwe li serdemê xist. Serdema kapîtalîzmê li nava dinyayê bi şaristaniya nû ango hegemonya modernîteya kapîtalîzmê ava kir û payebilind kir.
Şaşiya herî mezin a damezrînerên sosyalîzma zanistî K. Marks û F. Engels ew bû, li şûna ku li dijî van dijşoreşên dewleta netewe yên di nîvê sedsala 19. de herî dawî li Elmanya û Îtalyayê bi serketin rawestiyana, destek dan wan. Heta roja me ya îro li dijî tevger û şoreşên neteweya demokratîk a gelan, piştî bûrjûwaziyê, ev şaşî bû derba herî mezin. Ji encamên wê hemû kedkar, gelan û neteweyan zirar û êşên mezin dîtin.
Şoreşên neteweya demokratîk ên di salên 1919-1922’an de li Anatolya û Mezopotamyayê bi rastî berhemên gelan bûn. Serketina van şoreşan bi saya hevgirtina gelan pêk hatiye. Daxuyaniyên M. Kemal ê ji van şoreşan re pêşengî kiriye bi tevahî vê rastiyê îfade dikin. Du hêmanên bingehîn ên şoreşa neteweyî gelê Kurd û Tirk bûn. Bi awayekî îdeolojîk û polîtîk welatparêziya Tirk, Kurd, Cihû (Sabetayîst) û Çerkezan, ummetgiriya Îslamî û Kominîstiyê hev girtibûn. Ango serketina bi vê hevgirtinê hatibû bidestxistin li dijî emperyalîzmê û hevkarên wê şoreşeke neteweyî demokratîk bû. Baş e, klîka em jêre dikarin bûrjûwazî bibêjin çi kir? Ango bûrjûwaziya Masonîk a di bin navê Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê de hatibû cem hev û weke Jon Tirkan (têkiliya pirraniya wan bi Tirkîtiyê re nîne) dihate binavkirin ji kê pêk dihat û bi kîjan komployan mohra xwe li desthilatdarî û şoreşên neteweyî xist? Bi tevahî rewşenbîr û zanyarên xwedî wijdan baş zanin ku Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê rêxistineke komplo û darbeyan e. Her kesê ku kêm zêde pêwendiya xwe bi mijarê re heye dizane ku bi desteserkirina desthilatdariyê pêşî Şoreşa Meşrûtiyeta Duyemîn paşê jî di Şerê Cîhanê Yê Yekemîn de mohra xwe li tevahiya desthilatdariyê xist. Herweha divê mirov baş zanibe ka çawa bi xasûkî ketine nava şoreşa neteweyî ya sala 1919-1922’an, nexasim jî yên bi hegemonya Ingilîz re hevkarî kirin divê mirov bi komplo, reşkujî û darbeyên wan baş zanibe. Yên Serokê Partiya Kominîst a Tirkiyê TKP Mistefa Suphî û tevahiya endamên Komîteya Navendî panzdeh kes di Deryareş de bi komployê xeniqandin, ev kes bûn. Ma ne Bolşevîkên temsîla wan dikirin di serketina şoreşa neteweyî de xwedî rola stratejîk bûn. Ma ne Çerkez Ethem û hêzên wî ku bi komployê neçar kirin xwe biavêjin bextê artêşa Yewnanî, li ser riya şoreşa neteweyî gelek serîrakirinên dijşoreşê tepisandibûn. Dîsa beşekî mezin kesên weke dîndarên sextekar kuştin, ew ummetgirên Îslamî bûn ku di rizgariya neteweyî de bi roleke stratejîk rabûbûn. Mehmed Akif û Seîdê Nûrsî yên piştî serketinê surgûn kirin heta bi serketinê di xizmeta şoreşa neteweyî de bûn. Ji Koçgiriyê heta bi Dêrsimê, ji Silêmaniyê heta bi Diyarbekirê Kurdên Sunnî û Elewî bi awayekî erênî bersiv dan bangên M. Kemal ên ji bo hevgirtina stratejîk û tevî ku rola wan di serketina şoreşa neteweyî de stratejîk bû jî hem di dema şoreşê de û hem jî piştî şoreşê hatin îmhakirin û înkarkirin. Hêzên ew îmha û înkar kirin dîsa ev hêzên komploger bûn. Dîsa van heman kesan li Îzmîrê hewl dan M. Kemal bikujin û paşê ew bi awayekî mîtolojîk derxistin payeya xwedatiyê û bi vî rengî ew bêtesîr kirin û xistin nava pêxîrtengiyeke mezin.
Ev kes kî ne? Em ji wan re Tirkên Spî dibêjin û bi giranî Tirk nînin; em ji wan re bermahiyên Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê dibêjin. Navê wan girîng nîne, naveroka wan girîng e. Pirr zêde eşkere ye ku kesên em behsa wan dikin desthilatdariya dewletê xistin destê xwe û pê bûn bûrjûwazî, bi vî awayî hem di dema Meşrûtiyetê de hem jî di dema Komarê de tevgerên neteweyî yên demokratîk ên diberidîn bi komplo, bi darbe û bi reşkujiyan li wan didan û kontrol dixistin destê xwe. Ev dijşoreşên dewleta netewe di vî warî de ewqasî hoste bûn Hîtler bi xwe jî li xwe mikur dihat û fikar nedikir digot, ew wan ji xwe re mînak digire. Eger em dixwazin li dîroka modern a Anatolya û Mezopotamyayê, li ya Tirkiyê û Kurdistanê, li civaka neteweyî ya demokratîk û şoreşa neteweyî ya pêk hat bi awayekî rastî serwext bibin, divê em dijşoreşa neteweya dewlet û dijşoreşgerên vê dijşoreşê baş fêhm bikin. Naxwe bi awayekî din em nikarin dîroka nêz û dîroka Komarê rast fêhm bikin. Nexasim em ê nikaribin dîrok û çandeke bi qasî mirovatiyê kevin, dîrok û çanda Anatolya û Mezopotamyayê ya li înkar û qirkirinê qewimiye, têra xwe û rast hîn bibin. Em heta hîn nebin û qebûl nekin, em ê nikaribin li ser heman cografyayê tevger û hevgirtina neteweya demokratîk a gelên xwe bi awayekî serketî ava bikin û bi pêş bixin.
DANASÎNA ÇAND Û DÎROKA KURD
Di pirsgirêka Kurd de çareseriya neteweya demokratîk beriya her tiştî bi danasîna rast a dîrok û çanda Kurd ve girêdayî ye. Danasîna rast a dîrok û çandê bi xwe re naskirina hebûna civakî jî tîne. Pêkhatina civaka neteweyî tê wê maneyê ku ruh û bîreweriya dîrok û çandê pêk hatiye. Di dîroka Komarê de înkar û îmhaya Kurdan (di dîrokên dewletên netewe yên din de jî pêkanînên bi heman rengî hene) pêşî ji înkara dîroka Kurdan û ji îmhakirina hebûna çanda wan dan destpêkirin. Serê pêşî hêmanên çandî yên manewî, paşê jî hêmanên çandî yên maddî hatine tesfiyekirin. Ji lewra destpêkeke di cih de bû ku PKK’ê bi pêkanîna bîreweriya dîrok û çandê dest pê kir. PKK’ê hewl dida dîrok û çanda Kurd bi dîrok û çanda gelên cîhanê re bide ber hev û rave bike û ev hewldana xwe bi manîfestoya bi navê Riya Şoreşa Kurdistanê îlan kir û ji bo dîrok û çanda Kurd ji nû ve bi ruh bibe bi rola Ronesansa şoreşgerî rabûye. Mirov dikare bibêje, netewebûyîna demokratîk a Kurdan bi vê manîfestoyê destpêkeke radîkal kiriye. Hebûna çandî ya Kurd bi Pêngava Tebaxa 1984’an di şer de hat ceribandin, bi gelek bûyerên qehremaniyê geşbûn û zindîbûna xwe îspat kir. Eger xeta îdeolojîk û polîtîk a PKK’ê û şerê gel ê jêre pêşengî kir rast nebûya, dîrok û çanda Kurd rast nîşan nedabûya, Kurdan ê nikarîbûya hebûna xwe dewam bikira. Jixwe di wê demê de gelek kom û kesayet bi heman îdeayan nêzî pirsgirêkê bûn, lê ji ber ku hemû li dîrok û çanda Kurd rast xwedî derneketin ji tesfiyebûyînê rizgar nebûn.
AVAKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK A KURD
Avakirina neteweya demokratîk a Kurd di warê avakirina netewe de ji aliyê reng û naverokê ve ji nêzîkatiyên mîlliyetgir û dewletdar cuda ye. Ji netewetiya dewleta netewe ya serwer cuda ye, ji dewletdarî û mîlliyetgiriya Kurd jî cuda ye, û li dijî wan neteweya alternatîf a xwe dispêre dîrok û çanda gelan û kedkaran derdixe holê ku ew jî avakirina neteweya demokratîk e.
Avakeriya neteweya demokratîk a Kurd li rola Kurd a tevahiya dîroka Komarê hatiye înkarin û weke hêmana bingehîn tevlî şoreşa neteweyî ya salên 1919-1922’an bûye, xwedî derdikeve. Şoreşa neteweyî çi qasî ya Tirkan e, ewqasî jî ya Kurdan û hevgirtiyên din ên beşdarbûyî ye. Di pêvajoyên paşê de li derve hiştina hevgirtiyan, înkarkirina dîrok û çanda wan weke darbeyeke li dijî karektera gelêrî ya şoreşê dihesibîne. Berxwedana Kurdan a li dijî vê darbeyê rewa, pêşverû û azadîxwaz dinirxîne. Herweha beyan dike ku hevgirtina stratejîk a Kurd û Tirkan bi Şerê Melezgirê (1071) dest pê kir li ser bingehê bi riza dilê herdu aliyan e, tevî ku carinan qut bûbe jî ji wê rojê ve di pêkhateyên desthilatdarî û dewletê de Kurd û Tirk du hevparên bingehîn in, ango di navbera dîrok û çanda herdu gelan de hevpariyeke xurt heye û gelekî ketine nava hevdu. Qebûl dike ku Kurd û Tirk de dîroka dused salên dawî ya Rojhilata Navîn de bi roleke stratejîk a hevpar rabûne.
PKK û KCK’ê der barê dîrok û çanda Kurd de bi fikrên xwe yên di vê parêznameyê de bêhtir berfireh kirine, bi nêzîkatiyên îdeolojîk û polîtîk zêdetir zelal û xurt kirine. Bi gelên din re, bi têgihiştina neteweya demokratîk deriyê wê li hevgirtin û yekîtiyên neteweyî vekiriye. Gerdûnîtî (mînaka wê ya berbiçav ummetgeriya Îslamê ye) û yekîtiyên tevahiya dîrokê di çanda Rojhilata Navîn de hebûn, aktualîzekirin û avakirina wan riya bi tenê ya azadî û rizgariya rastî ya gelên Rojhilata Navîn dihesibîne.
Neteweya demokratîk a Kurd ku di dema KCK’ê de wê bêhtir bi gewde bibe, bi tevahî şaxên xwe ezmûneke nû ya avakirina neteweyî ya ji bo gelên Rojhilata Navîn bibe model wê pêşkêş bike. Li dijî înkarkeriya dîrok û çandê ya dewletên netewe yên ji rola ajantiya modernîteya Rojava nikarin bibihurin, bi Ronesansa neteweya demokratîk û şoreşger wê pêşdeçûna serdemeke nû, serdema modernîteya demokratîk bide destpêkirin.
(Ji parêznameya Rêber Apo ya bi navê 'PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK Parastina Kurdên di nava pencên qirkirina çandî de' hatiye wergirtin.)
Wê dewam bike…