Derewa medyaya Tirk heta êvarî dewam kir

Derewa medyaya Tirk heta êvarî dewam kir

Berxwedana hêzên YPG’ê ya li Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistan ku roja xwe ya 6’emîn temam kir, çapemeniya Tirk jî wek weşana DAIŞ dixebite.

Derket hole ku nûçeya di çapemeniya Tirk a îro de ku tê gotin çeteyên DAIŞ 300 milîtanên PKK/PYD’ê gulebaran kiriye, nûçeyeke derew a psîkolojîk e.

Tê diyarkirin dîmenên ku medyaya Tirk îro mîna milîtanên PKK/PYD’ê ne servîs kirine, dîmenên ku AFP’ê di 14’ê Hezîrana 2014’an de weşandibû û aîdî leşkerên Iraqê yên ji aliyê DAIŞ ve li herêma Selahaddîn a Iraqê hatibûn gulebarankirin.

Çapemeniya Tirk bê ku dîmenên têde leşkerên Iraqê ji aliyê çeteyên DAIŞ ên faşîst ve tên gulebaran kirin teyîd bike bi kar anîn,  bû sedema şiroveyên ku çapemeniya Tirk propagandaya DAIŞ dike.

Nûçeya ku di rojnameyên Radîkal, Cumhuriyet, Milliyet û Sabah de cih digirin û têde tê gotin “DAIŞ 300 endamên PKK’ê gulebaran kirin” , destpêkê duh ji aliyê ajansa nûçeyan a CÎHAN a girêdayî cemaeta Gulen e hatibû weşandin.