Derbarê lêpirsîna înfazkirina sê jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîsa paytexta Franseyê hatin qetilkirin de agahiyên ji hev nagirin di çapemeniya Franseyê de cih digirin. Li gorî nûçeyên dispêrin çavkaniyên polîsan li ser kinc an jî çenteyê kesek ku hatibû binçavkirin şopa barûtê hatiye dîtin, lê heta niha polîsan tu daxuyaniyek nedaye.
Ji bo yek ji du kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn binçavkirin, daxwaza girtinê tê kirin û kesê din jî serbest hate berdan. Heta niha derbarê nasnameya wan de tu daxuyaniyek nehatiye dayin. Dozgeriyê bi sucên “têkiliya wî bi cinayetê re heye” “endamê rêxistineke terorîst e “ û “amadekariya çalakiyê dike” li berbajara Seine-Saint Denisê ya Parîsê dijî, daxwaza girtinê kir.
24MINUTES: LI SER QAPÛTÊ WÎ DEWSA BARÛTÊ HAT DÎTIN
Di nava 24 saetên dawî de çapemeniya Fransayê nûçeyên têkildarî detayên lêpirsînê hatin weşandin. Di van nûçeyan de gelek agahiyên bi nakok hene. Li gorî malpera Fransî 24mînutesê li ser qapûtê kesekî ku li Parîsê yekî din re hatiye binçavkirin dewsa barûtê hatiye dîtin. Tê îdîakirin ku di navbera îfadeyên ev kes dide û agahiyen di ajandaya vî kesê ku dibêjin "Kesekî gelek bi sosrete" de gelek nakokî hene.
Li gel van nakokiyan polîs jî behsa "46 deqeyên vî kesî yên vala derbas bûye" dike. Çavkaniyekê nêzî dosyaya lêpirsînê got, "Di ajandaya wî de valahiyêk 46 deqeyan heye. Ji bo gelek mijaran gelek zelal diaxive, lê hin tiştan vedişêre." Bal tê kişandin ku gelek şahid jî dibêjin ku di navbera tiştên ev kes qal dike û tiştên di ajandaya wî de cih digirin nakokî hene. Heman çavkanî îdîa dike ku dibe ev valahî rastî saeta cînayetê were. Li gorî nûçeya dispêrin vî çavkaniya nêzî dosyayê di hin dîmenên qemerayê de tê dîtin ku ev kesê dîmena wî heye di destê wî de çanteyek diçe cihekî. Ancax nayê diyarkirin ku gelo ev qamera ya kolana Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ye an ya cihek din e. Li gel vê polîs dibêjin ku wan dewsa DNA yekî ya cihê bûyerê îzole kiriye û destnîşan dike ku encam dê piştî binçavkirinê diyar bibe. Li gor nûçeyê ev kesê 30 salî di kanûna 2012'an de bi hinceta tevli civînek PKK'ê buye hatibû binçavkirin, dîsa di adara 2012'an de derketiye ser Kuleya Eîffelê û pankarat "Ji Ocalan re azadî" daliqandiye. Di nûçeyê de tê gotin ku rayedarên lêpirsînê dikin, li gel van tiştan dîsa jî bi fikar tevdigerin û gotin, "Pirsgirêkên vî kesî yên pîsîkolojîk hene" Çavkaniyek din ê nêzî dosyayê jî got, "Pirsgirêkên vî kesî bi jinan re heye. Ew rekirinê qebûl nake." Li gor 24Mînutesê vî kesî xwe wekî ajokarê Sakîne Cansizê daye nîşandan û her dû kes jî îdîayên derbarê wan de red dike.
JDD: BI AVAYEKÎ SÎSTEMATÎK GULE LI SERÊ WAN XISTINE
Di nuçeyek ku di Malpera înternetê ya Rojnameya Journal de dîmanche (JDD) hatiye weşandin de jî hin agahiyên din cih girtin. Di nûçeyê de hat gotin "Sûçekî gelek bi tund e. Lewra tetîkkêş an jî tetîkkêşan bi avayekî sîstematîk armanc girtine û wisa 10 caran gule barandine. Sê gule berdana serê 3 kesan, pişt re jî yek jî gulle berdaye devê yekî." Di nûçeyê de hatiye gotin ku qalikê guleyan ji bo tespîtkirina DNA ya kesê çek bikaraniye hatiye lêkolînkirin, lê ew li bendê nînin ku ev lêpirsîn encam bide. Lewra ev şopa DNA'yê têra diyarkirina nasnameya bersûcan nake. Dîsa tê gotin ku hêj tam nehatiye diyarkirin ku ka gelo çeka 7,65 kalîbre hatiye bikaranîn an ne. JDD di berdewama nûçeya xwe de her wiha van agahiyan radigihîne "Lê çavkaniyek nêzî lêpirsînê, tenê yekî beriya kuştina 3 milîtanên jin ji bo tevnegerin ev kes asteng kirine." Di nûçeyê de hat gotin: "Ji ber ku di ser qurbaniyekî de manto hebû, dibe an ev kes nû ketibe nava avahiyê an belkî jî derdikeft derva û weheye ku tam di vê demê de êrîşkaran jî ji vê rewşê îstifade kirine û ketine hundir."
EUROPE 1: LI SER CANETAYA WÊ DEWSA BARÛTÊ HEYE
kanla Europe 1 ê jî hin detayên di dan. Di nuçeya televîzyonê de hate gotin ku kesê ku dibin çav de û guman li ser hene ajokarê jineke ku hatiye kuşitine û di heman demê de ji bo vê kesê jî karên îdarî yên cihên wekî walîtî û şaredartiyê dikir. Di vê nûçeyê de berovajî nûçeya 24Mînutesê ku digot qameraya dîmena kesê bi guman heye Bûroya Enfermasyonê ya Kurdistanê dibîne, tê gotin ku ev qamera ya vê kolanê nîne û tu delîlên ku dide nîşandan ev kes ketiye hundirê bûroyê jî tunene. Di nûçeyek din a Europe 1 de tê gotin ku di lêgerîna mala vî kesî de canteyek hatiye dîtin û li ser vê canteyê dewsa barûtê heye.