Derbarê dosyayên rojnamevanên hatine binçavkirin, biryara bisînorkirinê

Derbarê dosyayên Arîf Aslan, Oktay Candemîr û Lokman Gezgîn de ku di saetên siharê de li Wanê hatin binçavkirin, biryara bisînorkirinê hate dayîn.

Di saetên serê sibehê de li Wanê bi ser malan de hate girtin û rojnamevan Arîf Aslan, Oktay Candemîr û Lokman Gezgîn hatin binçavkirin. Ji bo dosyaya rojnamevanan biryara bisînorkirinê hate dayîn. Rojnamevanên ku li ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatin binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar tên ragirtin. Parêzeran bi rojnamevanan re hevdîtin kirin û gotin ku têkildarî dosyaya wan agahî nehatine dayîn. Parêzeran, destnîşan kirin ku têkildarî sedema binçavkirinê jî tu agahî bi wan re nehatine parvekirin û dê di rojên çarşem û pêncşemê de bikarin agahiyên zelal bi dest bixin.

Hat ragihandin ku di çarçoveya heman lêpirsînê gelek kesên din jî li Wanê hatine binçavkirin. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya jî diyar kir ku bi îdiaya “sûcên darayî” li 56 bajaran bi giştî 147 kes hatine binçavkirin.