Der Spiegel: Kobanê wek mucîzeyek biçûk e

Der Spiegel: Kobanê wek mucîzeyek biçûk e

Di nûçeya ku di kovara Der Spîegel de cih girtiye, analîza têkoşîna Koalîasyona Navneteweyî, artêşa Iraq  û Rojava û Başurê Kurdistanê ya li dijî DAIŞ’ê hat kirin. Di analîzê de hat gotin ku ligel herêman pêşveçûyîna DAIŞ’ê hatiye sekinandin û hat gotin ku berxwedana Kobanê ji bo DAIŞ’ê hem sembolîk û hem jî karasetek leşkeriye.

Di nûçeyê de der barê pevçûnên li Suriye û Iraqê de cih dan van nêrînan:

“Iraq li ser piyane:Di mehên havînê de nebûm Iraq bi giştî biketa û şîroveyên wekê herêma DAIŞ’ê, herêma Kurd û herêma Şîî dihatin kirin. Lê piştî îstîfaya serokwezîr Nurî El  Malîkî, hikûmeteke din ya ku kêmbe jî  têkiliyên anvbera Kurdan de rast dike hat avakirin.”

KOBANÊ WEK MUCÎZEYEK BIÇÛK E

Kobanê berxwe dide: Kobanê wek mucîzeyek biçûk. Dora bajarê Kobanê hatiye dorpêçkirinû li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek mezin tê nîşan dan.  DAIŞ ya ku li dijî hêza şervanên Kurd nekare berxwe bide ne tenê di alî sembolîk de di alî leşkerî de jî karesete. Koordînatorê Koalîsyona Navnetweyî John Allen di meha Mijdarê de wiha digot: “Di êrîşên me yên hewayî de nêzî 600 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin.  DAIŞ di lîstika ku lîst de xeniqî.”

‘XELÎFETÎ’ AXÊ DIDE WINDAKIRIN

Şîrketa analîz ya Rîzîko ya The Soufan Group diyar dike ku DaIŞ ji beşeke Diyala û Selahatdînê hatiye derxistin.  Ji bo DAIŞ’ê ji cihên ku dagirkirine kirine vekişîn darbeyek cidiye. DAIŞ bi soza ku ‘dewleta olî’ berfireh bikin hatibû îlan kirin, ne ji bo têkçûnê.

TIŞTEKÎ AYDÊ DEWLETA ÎSLAMÎ NAYÊ DÎTIN

DAIŞ ji hêza mîlîstiyê wêdetir hedef dike.  Lê li cihên ku heta niha bidest xistine mekanîznameyek dewletê bi ser nexistine.  Li gelek herêman gel ji DAIŞ’ê direvin. Bombeberanên DAIŞ’ê jî ev koçberî zêde kirin.

STRATEJÎ FÊKIYÊN XWE DIDE

Her wiha şîrketa analîzê ya Soufan Group cih da vê tespîtê jî: “ DAIŞ bi êrîşên hewayî  hatin sînorkirin, di heman demê de  li bejayî plana avakirina hêza muxalîf fêkiyên xwe yên destpêkê dane.”