Der heqê bersûcê kuştina Alî Îsmaîl de cezayê bêdawî hat xwestin
Der heqê bersûcê kuştina Alî Îsmaîl de cezayê bêdawî hat xwestin
Der heqê bersûcê kuştina Alî Îsmaîl de cezayê bêdawî hat xwestin
Gilînameya li ser bûyera Alî Îsmaîl Korkmaz ê 19 salî ku di dema çalakiyên Parka Gezî de li Eskîşehîrê rastî êrîşê hatibû û piştî 38 rojan di komayê de mayî jiyana xwe ji dest dabû, xelas bû. Dozgeriyê xwest, 5 jê girtî 8 bersûc bên cezakirin û der heqê polîs Mevlût Saldogan de jî xwest, ji ber "bi zanebûn mirov kuştiye" cezayê bêdawî yê girtîgehê bê dayîn.
Dosyaya ji 6 klasorên jêpirsînê, ku gilînameya ji aliyê dozgerê komarê Hakan Alî Erkan ve hat amadekirin jî tê de cih digire, duh bi şev radestî Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîr'ê hat kirin.
Di gilînameya ji 21 rûpelan de, tê xwestin bersûcên girtî polîs Mevlut Saldogan, xwediyê firinê Îsmaîl Koyûncû, xizmên wî Ramazan Koyûncû û Mûhammet Vatansever, xebatkarê li firnê Ebûbekîr Harlar û polîsên piştî wergirtina îfadeyê hatin berdan Şaban G., Huseyîn E. û Yalçin A. bi awayekî bê girtî, darizandinên wan dewam dike.
Di gilînameyê de tê gotin ku 7 bersûcên din, ji ber piştgirî dane, amadekarî kirine û bûyer hêsan kirine, tevlî sûcê Saldogan bûne. Di gilînameyê de der barê mirina Korkmaz de agahî tê dayîn û tê îdîakirin ku dermanên Korkmaz bikar dianî, mirina wî zûtir kiriye.