Der barê Yuksekdag de lêpirsîn
Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi hinceta li Farqînê "heqaret li leşkeran kiriye" der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yusekdag de lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yusekdag de lêpirsîn da destpêkirin. Dozgerî bi hinceta ku Yuksekdag dema ku qedexeya derketina kolanan li Farqînê hebû û polîs êrîşî ser gel dikir, heqaret li leşkeran kiriye lêpirsîn da destpêkirin.
Di qedexeya 12 rojan berdewam kir de hêzên dewletê nehiştin Yuksekdag û heyeta pê re têkevin Farqînê u roja 12'ê mijdarê ji hêla leşkeran ve hatibû derbkirin û birîndar bibû.
Rojek piştî vê bûyerê gule li ser Yuksekdag û heyeta pê re reşandibûn.
HDP'ê çend roj berê ji ber polîs û leşker êrîşî Yuksekdag û heyeta pê re kiribûn li dozgeriyê giliyê Waliyê Amedê Huseyîn Aksoy, Qeyemqamê Farqînê Murat Kutuk, midûrê polîsan û fermandarê cendermeyan ên Farqînê kiribûn.