Der barê Bûldan û Ûca de fezleke hate amadekirin

Der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Parlamenter Feleknas Ûca de fezleke hate amadekirin.

Dawî li fezlekeyên der barê parlamenterên HDP'î de tên amadekirin nayê. "Dklarasyona Çareseriya pirsgirêka Kurd" a ku berî hilbijartinên giştî yên 24'ê Hezîranê hate eşkerekirin, bû mijara fezlekeyê. Deklarasyon 23'ê Gulana 2018'an bi Tirkî ji aliyê Bûldan, bi Kurdî jî ji aliyê Ûca ve hate eşkerekirin.

Ji ber vê yekê jî bi îdîaya "Pesnê sûc û sûcdar dane" fezleke der barê Bûldan û Ûca de hate amadekirin û ji Meclîsê re hate şandin. Di fezlekeyê de tê xwestin, mafê destnedanê yê her du parlamenteran bê rakirin.