Der barê 575 xwendekaran de lêpirsîn, ji 101’î re ceza
Der barê 575 xwendekaran de lêpirsîn, ji 101’î re ceza
Der barê 575 xwendekaran de lêpirsîn, ji 101’î re ceza
Meclîsa Ciwanan a HDP û HDK'ê der barê lêpirsîn û girtînên li ser xwendekarên zanîngehê de daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku parlamenter, parêzer û endamên Desteya Rêveberiya Navendî wê têkoşîna xwendekaran de li cem wan bibin.
Meclîsa Ciwanan a HDP û HDK'ê derbarê lêpirsîn û girtînên li ser xwendekarên zanîngehê de li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterê HDP'ê yê Bedlisê Husamettîn Zenderlîoglu, Parêzer Îbrahîm Bîlmez û endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê Sezaî Temellî tevlî daxuyaniyê bûn. Pankarta "Ji lêpirsîn û zordariyê re êdî bes e, em azadiya xwe birêxistin dikin" hat deliqandin. Di serî de endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'a Can Memîş daxuyanî xwend û wiha axivî: "Hikûmet li hemberî berxwedana Kobanê zext û zordariya li ser xwendekaran zêde kiriye. Zêdebûna lêpirsînên li zanîngeha ji wextê berxwedana Kobanê dest pê kiribû ve zêde bûye ev yek balê dikşîne."
'BANGAWAZIYA TEVLÎBÛNA DOZA KURT HAT KIRIN'
Memîş diyar kir ku îsal li gorî rapora ku ÎHD'a Amedê amedekiriye de derbarê 575 xwendekaran de lêpirsîn hatiye vekirin û li 101 xwendekaran jî ceza hatiye birîn û wiha berdewam kir: "Ji meha cotmehê ve ev lêpirsîn zêde bûne. Bi hinceta li zanîngaha çalakî birêxistin dikin, afiş tên daliqandin, bangewaziya boykotê tê kirin lêpirsîn tên vekirin. Di serî de li Kurdistanê û li gelek deverên din ev zordarî û girtin wekî mîna qirkirinê ye. Bi hezaran xwendekar tên girtin gelek ji van xwendekaran mîna operasyonên KCK'ê bê hincet tên girtin." Memîş bangewaziya tevlîbûna doza Şerzan Kurt a ku 5'ê kanûnê de li Eskîşehîr were dîtin kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di vê dema ku em jiyana nû ava dikin de em ê 8-12'ê kanûnê de li zanîngeha stand, panel û çalakiyan li dar bixin û van çalakiya xwe de Aydin Erdem û Şerzan Kurt bi bîr bixin û em dibêjin ku em ê daxwaza xwe ya zanîngehek azad û azadiya xwe bilind bikin."
EW Ê PIŞTGIRIYÊ BIDIN XWENDEKARAN
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz û parêzer Îbrahîm Bîlmez jî diyar kir ku îktîdar dema ku muxalifî pêş dikevin berê xwe dide xwendekaran û wiha got: "Bi vê rêyê bi hezaran xwendekar tên girtin. 6-7'ê Cotmehê de kesên ku derketin kolana mafên xwe ye demokratîk pêk anîn. Hikûmeta AKP'ê çiqas piştgiriya xwe ya ku dide DAIŞ'ê înkar bike jî piştî berxwedana Kobanê 400 xwendekar hat girtin û der heqê wan de lêpirsîn hat vekirin. Ev wekî piştgiriya ku dide DAIŞ'ê nîşanî me dide." Bîlmez dawiya axaftina xwe de derbirî ku ew ê li piştgiriyê bidin xwendekarên ku mafên wan tên binpêkirin.
'BI TUNDIYA POLÎSAN NÎZAM NAYÊ ÇÊKIRIN'
Piştî Bîlmez endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê Sezaî Temellî axivî û ev tişt gotin: "Ev zordariya ku li ser xwendekaran zêde bûye nîşan dide ku hikûmet mîrasa 12'ê Îlonê berdewam dike. Lêpirsînên ku li xwendekaran tên vekirin ji aliye hemû îktîdar û YOK'ê ve lêpirsîneke bêdad tê meşandin. Ev yek ji aliyê AKP'ê ve jî hê zêdetir tê meşandin." Temelî diyarkir ku nîzama cemaweriyê bi tundiya polîsan nayê çêkirin û wiha anî ziman: "Ev nîzam wê bi mafên demokratîk were çêkirin. Ji bo vê nîzama cemaweriyê jî divê têkoşîn were bilindkirin."
'DER HEQÊ ÇETEYÊN ZANÎNGEHÊ DE LÊPIRSÎNÊ VEKIN'
Xwendekarên Zanîngaha Marmarayê ye ku ji zanîngehê hatiye dûrxistin Samet Gundogdu daxwazên xwe anîn ziman û wiha axivî: "îdareya zanîngehê bila dev ji nêzîkatiyên xwe yê bêdad berde û bila cezayê xwendekarên ku ji zanîngehê hatin dûrketin ji ser wan rakin. Ji şûna ku derheqê xwendekaran lêpirsînê vekin bila derheqê polîsên ku tundiyê dikin, OGB û çeteyên faşîst re lêpirsînê vekin."
'AKP JI BO BERXWEDANA KOBANÊ DI NAV PANÎKÊ DE YE'
Parlamenterê HDP'ê yê Bedlisê Husamettîn Zenderlîoglu diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ji bo bûyerên Kobanê tundiya li ser xwendekaran pir zêdekiriye û vê yekê bi awayekî xedar pêk tîne û wiha direjayî da axaftina xwe: "Ev tevgera AKP'ê nîşan dide ku AKP ber bi dîktatortiyê ve diçe. Ji bo gelê kurd ber bi azadiyê ve diçe AKP di nav panîkekê de ye." Zenderlîoglu dawî axaftina xwe de got ku ew ê di tekoşîna xwendekaran de her tim li cem wan bin.
Di dawiya axftinê de peyama meclîsa ciwanên Kadikoyê hat xwendin. Di peyama xwendekaran de ev tişt hatin gotin: "Meclîsa ciwanên Kadikoyê çalakiya xwe ye ji bo hilbijartinê xurt dike û ji bo vê yekê di nav hewldanekê de ye. Ji bo vê yekê ji aliyê polîsan ve tên tehdîtkirin."