Dengên HDP’ê bi awayekî ne rast derbasî YSK'ê tên kirin

Navenda Krîzê ya HDP’ê ya Stenbolê diyar kir ku gelek girtekên sindoqan û encamên YSK’ê hevdu nagirin.

Navenda Krîzê ya HDP’ê ya Stenbolê diyar kir ku gelek girtekên û sindoqan û encamên YSK’ê hevdu nagirin.

Li gor agahiyên ji Navenda Krîzê ya Ozlem Sezer hatin wergirtin, li herêma 2. li Esenler herî kêm 25, li Bayrampaşa herî kêm 12, li Beşîktaş her kêm 5, li Beyoglû her kêm 3, li Fatîhê herî kêm 5 sindoqan de di navbera daneyên derbasî YSK’ê dibin û girtekên hilbijartinan de ferqên mezin hene.

Sezer got, "Daneyên me niha tespît kirine ev in. Lê em texmîn dikin ku rewşeke wiha di gelek sindoqan de hene. Em yek bi yek li ber çavan re derbas dikin.”

Serokê Navenda Agahzanînê ya HDP’a Stenbolê Halûk Agabeyoglû jî got: "Li Kadikoyê di sindoqekê de dengên me yên 41, wek 13 hatine nivîsandin, 52 dengên AKP’ê 100 hatine nivîsandin."

Li gel vê hat diyarkirin ku li Stenbolê dema sindoq kirin yek encamên HDP'ê ji LDP û BBP'ê re hatin nivîsandin. Hat ragihandin ku ev bê ûsulî di serî de li Bayrampaşa û Beşîktaş li gelek deveran pêk hatine.