Dengê ‘Piştgiriya bi Rojava re’ li Stockholmê olan dide

Li kolanên Stockholmê ya paytexta Swêdê ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakiyek hate kirin. Li bajarê ku serketina li dijî DAÎŞ’ê pîroz dike dirûşmên ‘Piştgiriya bi Rojava re’ olan dide.

Li ser banga Komîteyên Rojava, Ciwanên Çepgir ên rêxistinên ciwanan ên Partiya Çep, Rêxistina Navenda Karkeran a Swêdê (SAC) û Yekîtiya Jinê ya Sara çalakî saet 13:00’an li Qada Norra Bantorgetê hate destpêkirin.

Di çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Jinê ya Sara û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê Girîn Kasirga axivî û bibîr xist ku bi saya serkeftin a li Kobanê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatî bi destxistin tarîtî hatiye rakirin û hêvî ji bo hejaran hatiye dayîn.

Kasirga bal kişand ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Pradîgmaya Ocalan ji bo hemû mirovên li Rojhilata Navîn û her devera cîhanê bûye çavkaniya moral, hêvî û siberojê. Parastina Şoreşa Rojava tê wateya parastina Ocalan, tê wateya şikandina tecrîd û azadiyê.”

PYD: DEWLETA TIRK LI PEY AVAKIRINA XELÎFEYEK NÛ YE

Li ser navê PYD’ê jî Şiyar Alî axivî û destnîşan kir ku piştî YPG/YPJ’ê li Kobanê çeteyên DAÎŞ’ê têk bir û şûnde gelên Rojava dest bi avakirina sîstema demokratîk, wekhevî û ekolojîk kirine û got: “Artêşa Tirk ne tenê dixwaze Rojava dixwaze Sûriyeyê jî parçe bike. Bi destekkirina terorê dixwaze xelîfeyeke nû ava bike. Têkoşîna me wê heta ji bo azadiya Sûriyeyê tevhî bidome. Heta hemû mafên Kurdan û hejarna pêk were wê têkoşîna me bidome.

SAC: ŞOREŞA ROJAVA DA NÎŞANDAN KU CÎHANEKE DIN MIKÛNE

Sekretera Giştî ya Rêxistina Navenda Karkeran a Swêdê Erîk Tonk jî biryara piştgiriya Rojava ya di kongreya SAC’ê ya hatî lidarxistin de hatî girtin xwend. Tonk got: “Şoreşa Rojava da nîşandan ku cîhaneke din mimkûne bê avakirin. Wê piştgiriya me ya bi konfederalîzma demokratîk û şoreşa Rojava re bidome.”

KND: PIŞTGIRIYA TÊKOŞÎNA RIZGARKIRINA EFRÎNÊ BÊ KIRIN

Li ser navê Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Ahmet Karamûş jî axivî û got: “Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojva dewam dikin. Efrîn ji aliyê cîhadîstên ku dewleta Tirk piştgirî dikin ve hate dagirkirin. Divê hêzên demokrasiyê yên cîhanê piştgirî bidin têkoşîna azadkirina Efrînê bikin.”

PEYAMÊN PIŞTGIRIYÊ

Ciwanên Çepgir, PJAK û Ciwanên Azad jî bi peyamên dayî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kir ku wê piştgiriya wan a bi hêzên demokrasî û YPG/YPJ’ê re bidome.

Piştî axaftinan bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Kobanê’, ‘Artêşa Tirk ji Rojava bicehenime’, ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Kujer Erdogan’hate qîrkirin û şûnde ber bi Qada Roûl Wallenbergê ve dest bi meşê hate kirin.

Di tevahiya meşê de dirûşmên tehşîrkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û azadkirina Ocalan hatin qîrkirin.