Zurîh bi daxwaz azadiya Ocalan li qadan bûn

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li bajarê Zurîh ê Swîsreyê meşek hate kirin.

Meş bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê li Helvetîa Platezê destpê kir. Çalakiya ku tevgera çepên Tirkiyeyî jî piştgirî kir pankartên bi nivîsên ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Tecrîd sûcekî yê mirovahiyê ye’ hatin vekirin.

Meşa ku li ser yek ji rêyên herî qelebalix û hildana posterên Ocalan dom kir bi yek dengî dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’, ‘Cîhaneke bê Ocalan em ê di serê we de hilweşînin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate qîkririn.

Di dema meşê de çalakiyek dem kurt a rûniştinê hate kirin, rê li trafîkê hate girtin, bi dirûşmeyan hevkariya hikûmetên rojavayî yên bi Tirkiyeyê re protestokirin. Her wiha êrîşên dewleta Tirk ya li ser rojava jî hate şermezarkirin.

Meşa ku bi qasî 3 kêlometreyan dom kir dîsa vegeriyan Helvetîa Tlatezê û li vir mîtîng hate kirin.

Di mîtîngê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Swîsre û Civaka Kurdistaniyên Demokratîk ên Swîsreyê (CDK) axaftin hatin kirin, bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan.

Di axaftinan de hate xuyakirin ku hêzên di komployê de rol lîstin îro dibin hevkarên tecrîda giran a li ser Ocalan tên kirin, hate gotin ku Ocalan ji bo Kurdan tê wateya şer û aştiyê.