Li Dortmûnd, Koln û Creteîlê êrîşên Tirkiye hatin protestokirin

Li bajên Koln û Dortmûnd ên Elmanya û bajarê Creteîl ê herêma Parîsê êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin.

DORTMÛND

Li Dortmûndê saet 17:00’an li Freîfenplatezê mîtîngek hate kirin. Di çalakiyê de ku nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava hate kirin, li ser navê PYD û Komeleya Ehemdê Xanî xaftin hatin kirin.

 Di çalakiyê de tecrîda li ser Ocalan jî hate şermezarkirin.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê jî bi meşekê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiya de ku rêjeyek zêde kes tevlî bûn, dirûşmên dilsoziya bi YPG û YPJ’ê re hatin qîrkirin.

CRETEÎL

Bi heman armancê li bajarê Creteîl ê herêma Parîsê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve 2 û 4’ê Mijdarê saet 10:00 heta 17:00’an çalakiya kon tê kirin.

Konê ku li pêşiya gra Cretîlê hate vedan, têkildarî êrîşên dewleta Tirk belavok hatin belavkirin. Jinên Fransî yên Sînornenas, Meclîsên Gel ên Demokratîk a Kongo, nûnerên gelên Kabîliye yên li Cezayîrê, HDK û SKB jî destek dan çalakiyê.