Li Parîsê ji bo Ocalan û Kobanê meşek hate kirin

Li paytexta Fransa Parîsê Kurd û dostên wan ji bo êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û şikandina tecrîda li ser Ocalan meşek lidar xistin.

Çalakiya ku li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F), Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û HDK Fransa hate kirin, ACTÎT, SKB û gelek nûnerên saziyên Elewî tevlî bûn.

Çalakiya ku saet 14:00’an li Qada Repûblîqe destpê kir, pankartên ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balê dikişîne ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava bilind kirin.

Meşa ku heta Qada Chatletê dom kir dirûşmên “Kujer Erdogan, hevkar Ewropa” û “Ji Ocalan re azadî” hate qîrkirin.

Li qadê meş vegeriya mîtîngê û parlemetera Eniya Çep a Fransa Danîelle Sîmonet, serokê MRAP Renee Le Mîgnot û aktivîsta femînîst Fransa Anne Claîre jî tevlî bûn.

Sîmonet got: “Dewleta Tirk li Rojava êrîşî sîsetam alternatîf a wekheviya gelan, jinan û ekolojiyê dike. Em ê ji dewleta Fransa bipirsin ku dema dewleta Tirk êrîşî Kurdan dikin çekên Fransî bikar tînin an ne. Em ê cih li gel şoreşa Rojava bigirin, em ê bi domdarî piştgiriya berxwedana gelê Kurd bigirin.”

Siyasetmedarê Kurd Firat Varto jî axivî û got: “Ev nêzî 3 sal in ti agahî me ji Rêbertiya xwe negirtiye. Panzehîra faşîzim û dîktatoriyê berxwendan e. Çawa ku Rêber Apo li dijî sîstema Îmralî li ber xwe dide, em jî weke hevrêyên wî divê berxwedanê mezin bikin, Rêbertiya xwe azad bikin.”

Di dawiya mîtîngê de banga tevlîbûnê li çalakiya ku wê roja 6’ê Mijdarê li bajarê Strasboûrgê ku wê li pêşiya Konseya Ewropayê bê lidarxistin hate kirin.