Dengdêrên li Ewropayê: Em ê bi dengê xwe Demîrtaş azad bikin

Karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bi rengekî bê navber dewam dike.

Karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bi rengekî bê navber dewam dike.

SUTTGART: Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, endamên platforma hilbijartinê ya HDP'ê her roj li taxeke bajêr belavokan belav dikin. Di vê çarçoveyê de 29'ê Gulanê li taxa Hallschlagê bi sedan belavok li qutiyên postayê yên malan hatin bicihkirin. Ji şêniyên taxa Hallschlagê Huseyîn Semsur ji bo Demîrtaş got, "Em girtî jî be, di dilê me de ye. Em ê wî bi dengê xwe azad bikin."

MANNHEIM: Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, li Navenda Çanda Elewiyan panelek hate lidarxistin. Tûrgût Oker ku YSK'ê namzetiya wî betal kir, Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr û Tûrgay Çelîk tevlî panelê bûn. Tûrgût Oker da xuyakirin ku dengên li Ewropayê ji bo derbasbûna HDP'ê ya ji bendê gelekî girîng in û got, 100 hezar dengên li Ewropayê ji milyonek dengên li Stenbolê girîngtir in, ji ber ku dengên il ewropayê li gelemperiya welêt tên belavkirin. Wekî din, komîsyona hilbijartinê jî ji bo destekê bide HDP'ê û namzetê wê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, li Paradeplatzê standa danî û bi sedan belavok belav kir.

TORINO: Li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê li bajarê Torino yê Îtalyayê civîna gel hate lidarxistin. Parlamenterê HDP'yî Faysal Sariyildiz tevlî civîna il saziya Gruppo Abele bû û bi bîr xist ku bloka faşîst AKP-MHP komkujiyan li Kurdan dike. Sariyildiz diyar kir ku gelê Kurd bi dayina berdêlên giran DAÎŞ têk biriye û got, yê ku herî zêde destekê dide DAÎŞ'ê Erdogan e.

ATÎNA: Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, bi pêşengiya Nûnertiya HDP'ê ya Atînayê kar ji bo hilbijartinê dest pê kir. Nûnerên ESP, SYKP, DP û DHF jî tevlî karê hilbijartinê bûn. Nûnerên partiyan kom bi kom li nava malan digerin, afîşan dadiliqînin, broşurên HDP'ê û nameya Demîrtaş belav dikin.