Li Hollandayê, xebatên hilbijartinê yên HDP'ê dewam dikin. Li Nîjmegenê civîna gel, li Deventerê jî panelek hat lidarxistin. Di civînan de ji bo dengdayîna îro li Hollandayê destpê dike, banga li hilbijêran hat kirin ku biçin ser sindoqan.
NÎJMEGEN
Li Komeleya Elewiyan a Nîjmegenê, piştî vekirina rojiya şînê, civîna gel hat lidarxistin. Endamê Komîsyona Rêveber a HDP'ê ya Hollandayê Mûrat Bozbey, li ser xebatên xwe yên hilbijartinê û dengdayîna îro destpê bike, agahî da.
Bozbey da xuyakirin, ku ji bo bidawîkirina şerê niha tê meşandin, girîng e HDP bê hibijartin. Bozbey ragihand ku komkujiyên Zergele, Roboskî, Pirsûs, herî dawî Enqere û êşên komkujiyên Dêrsim, Çorûm û Madimakê berpirsyariyên dîrokî didin ser milê her kesî û got, "Weke HDP em neçar in xebatên xwe mezintir û berfirehtir bikin. Ji ber girtin, komkujî û koçberkirinê, em weke hilbijêrên li derveyî welat ên di rewşeke asayî de dijîn, divê bi xurtî tevlî dengdayînê bibin."
Di civîna ku bi beşa pirs û bersivê dewam kir de, serokê komeleyê bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
DEVENTER
Li bajarê Deventerê jî panelek bi mijara "Ji şer re na aştî aniha" hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê û wezîrê berê Alî Haydar Konca li panelê peyivî û diyar kir ku dengên wan di asta ji sedî 20'an de ye û ew li benda rêjeyeke zêdetir in.
Konca êrîşên qetlîamker ên li hemberî gelan bibîr xist û banga destekkirina HDP'ê kir û anî ziman ku gel wê bi xwedîderketina li dengan û destekkirina HDP'ê re li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê derkevin.
Konca pêvajoya wezîrbûyîna xwe vegot, bibîr xist ku ketina wan a nava Cizîrê hatiye astengkirin û da zanîn, ku ji ber pêşî li kar û xebatên wezaretiyê hatiye kirin, wan jî li hemberî polîtîkayên şer ên hikûmetê îstifa kirine. Konca, komkujiyên Pirsûs û Enqereyê lenet kir û xwest, her kes li hemberî komkujiyan li dora HDP'ê bicivin.
Li dû nîşandana sînevîzyonê ya li ser encamnameya hilbijartinê ya HDP'ê, endamê Komîsyona Rêveber a HDP'ê ya Hollandayê Aslan Beytût peyivî û li ser xebatên HDP'ê yên hilbijartinê agahî da. Beytût diyar kir ku ew li Hollandayê li benda destekeke mezin in.
Dengdayîna li Hollandayê wê di navbera 21-25'ê Cotmehê her roj saet di navbera 10:00-19:00 de pêk were. Hilbijêr wê li bajarên Rotterdam, Deventer û Amsterdamê dengê xwe bi kar bînin. Li aliyê din, hilbijêr dikarin li ser malpera facebookê ya HDP Hollanda xwe bigihînin hemû agahiyên li ser dengdayînê.