Demîrtaş: Pirsgirêka dewleta faşîst heye

Demîrtaş: Pirsgirêka dewleta faşîst heye

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di civîna koma BDP'ê ya meclîsê de axivî û operasyonên siyasî û leşkerî jî rexne kir. Demîrtaş, polîtîkayên AKP'ê yên Sûriyê jî rexne kir û xwest êdî gelên Suriyê wekî dijminê xwe nebîne. Demirtaş, nêzîkatiya Serokwezîr Erdogan ya li hemberî kuştinan jî şermezar kir û wiha got: "Em bang li Serokwezîr Erdogan dikin û dibêjin Ger ku polîsê li Mêrdînê hat kuştin can be, gerîllayê li Nisêbînê hat kuştin jî can e. Yên li çelê hatin kuştin û niha li Morga Meletiyê radiwestin jî can in" Demîrtaş, feraseta Erdogan a li hemberî pirsgirêka kurd jî bi tund rexne kir û got: "Raste pirsgirêka kurd tune, pirsgirêka dewleta faşîst heye."

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di destpêka axaftuna xwe de liser doza siyasetmedarên kurd ku li Wanê tên darizandin rawestiya û wiha got: "Îro li Wanê 1'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Wanê ku Şaredar Bekîr Kaşa jî di navde tê dîtin. Gelê Wanê li şaredarê xwe xwedî derdikeve û bêtir li partiya xwe xwedi derdikeve." Demîrtaş, anî ziman ku bajarên ku operasyonên siyasî li hemberî şaredaran pêk hatiye gel bêtir li BDP'ê xwedî derdikevin û wiha got. "Operasyon bi fermana Serokwezîr pêk tên. Li bajarên ku partiya me şaredarî bi bi dest xistine operasyon li dijî şaredariyên me pêk tên. Niha Parlamentera me ya Wanê ya berê Fatma Kurtulan û Serokê partiya me ya berê Tuncer Bakirhan 2 salin hêj nizanin çima tên darizandin. Ji ber ku hevdîtinên li Îmraliyê xwendine tên sucdarkirin. Hûn diçin li Îmraliyê hevdîtin pêk tînin, lê ji ber ku em wan notan dixwînin em tên darizandin." Demirtaş, anî ziman ku dozger û dadgerên Tirkiyeyê bi hişmendiya hikûmetê dadirizînin û wiha got: "Ez berxwedana hemû hevalên me yên girtî silav dikim. Li Tirkiyeyê siyasetmedar ji ber siyaseta demokratîk dikin rastî 22 sal ceza tên.

‘DIVÊ KOMKUJIYA PARÎSÊ WERE RONÎKIRIN’

Demîrtaş, li ser komkujiya 3 jinên siyasetmedar a hefteya borî li Parisê pêk hat jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Ji bo gelê me li doza wan û cenazeyê wan xwedî derket em hemû gelê xwe spas dikin. Gelê kurd her tim aştiyê dixwaze. Gelê Amedê her tim aştiyê dixwaze. Gelê kurd û Amedê her tim aştiyê dixwaze, lê ev daxwaza gelê kurd a aştiyê nabîne. Li vî welatî pêdiviya lezgîn a aştiyê ne tenê ya Amedê ye. Ya hemû Tirkiyeyê ye. Patronên medya yên di wê saeta peyamê aştiyê li Amedê di merasima cenazeyan de bilind dibû bernameyên xwarinê pêşkêş dikirin bila destê xwe dînin ser wîjdanê xwe û rastiyê baş bibînin. Bila medya navendî kêmasî û nebasiyên xwe bibîne. Dozgerê lêpirsînê yê Parîsê daxuşanî da. Lê daxuyanîya wî me tatmîn nake. Me di hevdîtinên parîsê de xwestibû ku me tatmîn bike û bûyerê zû ranî bike. Lê ev daxuyaniyên dozger dan me tatmîn nake û kêm in. Em ji hikûmet, dewlet û îstîxbarata Fransayê dixwazin ku vê bûyerê rast û berfireh ronî bike. Derfet û hêza wan a bûyerê li gorî heqîqetê ronîbike heye. Ew bi xwe dibêjin ew buro 24 saetan ji aliyê kamerayan ve tê şopandin. Lê bersûcê ku tu eleqeya wî pê tune derdixin pêş. Ev qetlîama li navenda parîsê pêk hat encama wê divê ne ev be. Ronîkirina vê bûyerê deynê hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirkiyeyê ye. Berî vê bûyerê cîgirekî Serokwezîr dibêje dê demek nêzîk li Parîsê înfaz pêk bê. Vê agahiyê ji ku digire? Niha jî dibêje dê li Almanyayê êrîşên nokteyî pêk bên. Ev nîşan dide ku plan ji aliyê AKP'ê ve tê zanîn û tiliya wan di nav de heye. Ger ku dê li Almanyayê kîjan siyasetmedarên kurd bên înfazkirin divê AKP wî biparêze û ronî bike. Ger ku ne wisa be dê hikûmeta AKP'ê berpirsiyar be. "

‘HIKUMET BILA HELWESTA XWE ZELAL BIKE’

Demirtaş, xwest êdî hikûmet di vê pêvajoyê de helwesta xwe zelal bike û wekî kaxiza turnusol rengê xwe neguhere. Demîrtaş bal kişand ser parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Hevserokê ÇHD'ê û wiha got: "ÇHD û parêzer ji aliyê gel û hikûmetê ve bi her alî tên zanîn. Her tim kar û barê xwe yên dadgehê dikin. Lê serê sibê polîsan bi ser malê wan de girtin. Deriyê wan şikandin û ew binçav kirin. Çeteyên ku ev operasyona li hemberî parêzeran dimeşînin, divê êdî dersê derxin. Ev operasyon asta aqilê wan nîşan dide. Komplo û lîstika wisa erzan çênabe. Piştî ku parêzer binçavdikin li ser bîlgisayara wan û telefonên wan agahî û peyamên din bar dikin û wekî ku aydî wan nîşan didin. Em ji van çeteyan re dibêjin eybe êdî bi pisporî karê xwe bikin. Em her tim piştgiriyê didin parêzeran û ÇHD'ê. Em dê dozê ji nêzve bişopînin."

DEMÎRTAŞ: HIKÛMET ÇETEYAN PERWERDE DIKE

Demîrtaş, bal kişand ser geşedanên Sûriyê û wiha berdewam kir: "Di meha Adara sala berê de gel li dijî zextên Rejîma Baasê serî rakir. Tu polîtîk û pratîka Esat neyê qebûl kirin. Niha jî li şûna dîktatoriya Esat li ser heman axê dîktatoriya navneteweyî tê avakirin. Naxwazin gelê wir bi vîn û hêza xwe ya xweser xwe bi rêve bibin. Tirkiye jî dixwaze li Sûriyeyê desteseriyê bikin. Sirf ji bo Kurdistaniyên Suriyê mafê xwe bi dest nexin Tirkiye dibêje ez dê mudaxale bikim. Divê kes xwe li pişt qetilkirina veneşêre û ji bo berjewendiyên nasnameyên xwe polîtîka nemeşîne. Li Surîyê tu gel ne dijminên Tirkiyê ne. Heta niha kijan gelan li hemberî Tirkiyê dijminandiye kiriye. Lê tiştê ku hikûmeta AKP'ê dike çeteyan li Serêkaniya serxêtê perwerde dike pereyan dixe pêriya wan û wan dişîne Serêkaniya binxetê. Çeteyên ku piştgiriyê ji Tirkiyê digirin diçin sivîlan dikujin. Em dê çawa piştgiriyê bidin van polîtîkayên we yên şaş. Çima hikûmat Tirkiyeyê naxwaze kurd li ser axa xwe ya Sûriyê xwedî heq û hiqûq be."

'LI SERÊKANÎ, HEWLÊR, AMED Û SÎNÊ HEMAN XWÎN DIRIJE’

Demîrtaş, xwest hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr Erdogan nêzîkatiya li hemberî kurdan rast bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nêzîkatiya kurdên Sûriyyê nêzîkatiya kurdên Amedê ye. Divê êdî vê yekê wisa fam bikin êşa hemû kurdan yek e. Em wekî BDP'ê hurmetê nîşanî berxwedana Serêkaniyê didin. Em her tim li pişt gelê Rojava ne. Pirsgirêka kurdên Sûriyê û pirsgirêka Kurdên Tirkiyeyê yek e. Em dixwazin baş bê zanîn ku polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî kurdên Tirkiye û Sûriyê yek e. Azadî li peş gelê Rojava ye. Em heta dawî li pişt wan in. "

‘GELO ERDOGAN KURDAN WEKÎ GELEKÎ NABÎNE?'

Demîrtaş, helwestazimanê Serokwezîr Erdogan rexne kir û wiha got: "Ger ku hikûmetek wisa xurt be û nêviyê gel li pişt wê be divê hikûmeta ku piraniya gel aştiyê dixwaze firsetê ji dest nerevîne. Ger ku hikûmet vê firsetê ji dest birevîne sûc dike. Em ji Serokwezîr Erdogan dipirisin. Tu gelê kurd wekî gel dibîne ya na? Bersîva vê pirsê nêzikatiya pevajoyê ye. Bi gotina 'kezeba min, dilê min, birayê min' çareser nabe. Dibêje pirsgirêka kurd tune. Raste, faşîzma dewletê heye. Bi salan e înkar û îmha heye. Bê guman divê her kesên ku tên afirandin ji ber afirîner xweşik e. Ji ber vê yekê divê her kesên tên afirandin jî ji ber afirînerê wê bên qebûl kirin û hezkirin. Niha Parka Orman" nîşan dide ku çawa asîmîlasyon û înkar heye. Divê vê yekê jî aşkere bike û sedema wê bêje. Gelê kurd nikare zimanê xwe pêk bîne. Niha dîsa navan qedexe dike, ziman qedexe dike. Ger ku dê afirîner bên hezkirin divê afirandina wî ziman, nav û çanda wî jî bê hezkirin."

DEMÎRTAŞ: YÊ POLÎSAN CAN BE YÊ GERÎLLA JÎ CAN E

Demîrtaş, zimanê Erdogan yê li hemberî kuştinan jî rene kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hemû kesên tên kuştin can û kezeb in. Yê li Nisêbînê û mêrdînê jî hatin kuştin can û cîger in. Yên ku li meletiyê di morgan de dimînin jî can cîger in. Zimanê aştiyê zimanê herî xweş yê zikmakî ye. Ger ku em dê bi axivin divê em hemû bi zimanê aştiyê biaxivin. Divê em berê xwînê rawestînin. Em ji bo aştiyê hene û wêrek in. Em dixwazin divê êdî hemberê jî dest ji lîstik û fêlan berde. Gelê me ji çareseriya bi rûmet û muzakereya bi rûmet amade ne. Divê em vê pisgirêkê tenê ji hikûmetê re nehêlin. Divê em rê bidin pêş hikûmetê û alîkariyê bidin hikûmetê. Divê em vê pêvajoyê tenê ji wijdanê AKP'ê re nehêlin. Ji ber vê yekê hemû kesên ku dixwazin vê pêvajoyê di nava aştî û demokrasiyê de pêş bixin divê piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê. "