Demîrtaş: Ne daxuyaniya AKP’ê, ya Ocalan me eleqeder dike

Demîrtaş: Ne daxuyaniya AKP’ê, ya Ocalan me eleqeder dike

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş mijara hevdîtinên bi Ocalan re ên ji aliyê Serokwezîrê Tirk Erdogan û rayedarên din hukûmeta Tirk ve hatin rojevê nirxand. Demîrtaş got: “Heta Birêz Ocalan bi xwe daxuyaniyek nede, daxuyaniyek neşîne derve, daxuyaniyên hukûmetê me eleqeder nakin” û diyar kir ku ew difikirin ku dê di demek zû de tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.

Piştî ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan got ku ew bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk tînin, careke din awirên raya giştî vegeriyan ser Îmraliyê. Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji ANF’ê re axivî û helwesta BDP’ê ya li hemberî pêvajoyê aşkere kir.

'NE JI BER KU HATIYE HIŞÊ ERDOGAN, JI BER KU PLANÊN TASFIYEYÊ TÊK ÇÛYE BEHSA MUZAKEREYAN DIKE'

Demîrtaş bal kişand ku gotûbêj û lêgerînên li ser hevdîtinên di van demên dawiyê yên bi Îmraliyê re û pirsgirêka kurd de bi pêşketinên siyasî yên van du salên dawiyê ve girêdaye û got: “Ev pêşketine ne hema ji nişka ve derketiye holê. Ne ku hema ji nişka ve ev tişt hatine hişê Erdogan û dibêje. Pêvajoyek têkoşînê ya ku ji hilbijartinên 2011 ve berdewam dikin hene. Di vê pêvajoy têkoşînê de hedefa hukûmeta AKP’ê û Komara Tirkiyeyê ew bû ku tevgera Kurd tasfiye bike, di warê leşkerî, siyasî, dîplomatîk, aborî û psîkolojîk de têk bibe û teslîm bigire.”

Demîrtaş bal kişand ku li hemberî van polîtîkayên AKP’ê di her warî de berxwedaneke dîrokî hatiye nîşandan û da zanîn ku li hemberî polîtîkayên tasfiye, êrîşên şerê psîkolojîk, siyasî-leşkerî û polîsî berxwedaneke bêhempa hatiye nîşandan.

Demîrtaş wiha axivî: “Di van demê dawiyê de berxwedana greva birçîbûnê di asteke dîrokî de bû. Evane hemû hiştin ku plana tunekirinê ya ku AKP’ê danîbû pêşiya xwe hilweşe û hişt ku AKP bê çare bimîne. Bi taybet berxwedana greva birçîbûnê û bi awayeke yekwicud gotina ji Birêz Ocalan re Azadî, daxwazên ji bo destpêkirina muzakerayan, careke din awirên cîhanê vegerand ser Îmraliyê."

Demîrtaş binxet kir ku pêşketin û bûyerên li Rojhilata Navîn ji bilî muzakereyan tu rêyeke din ji AKP’ê re nehiştiye û got: “Belê gava mirov hilbijartinên demên pêş, pêşketinên li Rojhilata Navîn, Başûrê Kurdistanê, Bexda, Tehran, Sûriyeyê, dinêre divê mirov bi vî awayî binirxîne. Rêbaza herî maqûl a li pêşiya AKP’ê muzakere ye.”

Demîrtaş bal kişand ser pêşketinên bi hilbijartina vebijarka muzakerayan re dest pê kir û got: “Em li ser van pêşketinan bi temamî ne serwext in. Daxuyaniyên Serokwezîr û hin berdevkên wî hene. Heta niha BDP mudaxeleyê vê pêvajoyê nehatiye kirin. Lê em diyaloga bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk tê erênî dibînin. Li gel vê jî ji daxuyaniyên ji aliyê rayedarên AKP’ê ve tê dayin ji çareseriyeke ji binî ve zêdetir, weke hemleya lîstokeke nû xwe nîşan dide. Berdevkên AKP’ê jî vê pêvajoyê weke planek a lîstokê pênase kirin. Gotin ku ew ê ji bo vî plana lîstokê hemû enstrumenan bi kar bînin û Îmralî jî di nava vê yekê de ye. Ev daxuyaniyeke pir kirêt e. Ne tu tevgereke Kurd a ku bikeve vê lîstokê heye û ne jî Rêberê Gelê Kurd enstrumaneke. Bi rastî jî hêza Birêz Ocalan dizanin, lê ji bo vê yekê bi raya giştî ya xwe nedin hîskirin dibêjin ‘me PKK’ê tune kir, me bin xist, me bê çare hişt, ji ber wê jî em bi Ocalan re hevdîtinan dikin’. Li holê tu binketin an jî serketin tune ye. Li gel têkçûna plana tasfiyeyê, bêçaretiya AKP’ê aşkere bûye."

'HETA OCALAN DAXUYANIYE NEŞÎNE DERVE...'

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Demîrtaş aşkere kir ku ew dikarin di pêvajoya muzakereyan de cih bigirin û got: “Em piştgirî didin muzakereyek ku navenda wê Birêz Ocalan be. Em weke partî ji bo hemû rêyan amade ne. Ji berxwedanê re, ji aşitiyê re em 24 demjimêran amade ne."

Demîrtaş destnîşan kir ku ev pêşketin dê di nava çend rojên pêş de tam aşkere bibin û got: “Heta Birêz Ocalan bi xwe daxuyaniyek nede, daxuyaniyek neşîne derve, daxuyaniyên hukûmetê me eleqeder nakin. Ger Birêz Ocalan bixwaze ku parlementerên me û partiya me tevlî pêvajoyê bibin, em ê helbet destek bikin û di pêvajoyê de cih bigirin. Muxatabê bangên ku bike hukûmet, KCK û BDP ye. BDP dê piştgiriyê bide projeya çareseriyeke mayinde."

'EM TÎKA DIKIN KU HER KES HIŞYAR NÊZ BIBE'

Demîrtaş destnîşan kir ku pêwîst e gelê Kurd û tevger biendaze nêz bibe. Demîrtaş diyar kir: “Em weke tevger û gelê ku çend caran devê me ji ber şîr şewitiye bi hişyarî nêz dibîn. Em hêvî dikin ku her kes di nava vê hişyariyê de pêşketinan bişopîne. Ez di wê baweriyê de me ku bigirêdana gelê me ya bi partî, pêşeng û rêberên xwe dê biserbikeve. Ez ji nava dilê xwe ji vê bawer dikim.”

'EZ DIFIKIRIM KU DÊ TECRÎDÊ RAKIN'

Demîrtaş da zanîn ku, ew di wê fikiriê de ye ku dê di demek kurt de tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û wiha axivî: “Êdî nikarin tecrîdê demdirêj bidin berdewamkirin. Bi ya min dê di demek kurt de bi dawî bikin. Ji xwe çalakiya birçîbûnê ev encam derxistibû. Dê Birêz Ocalan dengê xwe bigehîne derve. Em ji vê bawer dikin.”