Hevserokê BDP'yê Selahattin Demirtaş hevdîtina îro ya li grava Îmraliyê piştraskir. Demirtaş diyar kir ku Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û parlamentera BDP'ê Ayla Akat çûne Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pek anîne.
Demirtaş ji Nûçe Tv'yê re axivî û got di rojên pêş me de li ser hevdîtina li gravê wê daxuyanek were dayîn. Herwiha Demirtaş diyar kir ku hevdîti baş derbas bûye.
Dema di nava raya giştî de hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên nîqaşkirin, Turk û Akat îro nîvro çûbûn Îmraliyê.