Demîrtaş: Em dê piştgiriyê bidin xebatên makezagonê

Demîrtaş: Em dê piştgiriyê bidin xebatên makezagonê

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî hevdîtina bi Serokê Meclisa Tirk Cemîl Çîçek re pêk anîn got; "Divê komîsyona Lihevhatinê ya Makezagonê di bin zextan de xebatan neke. Piştgiriya me ya ji bo xebatên makezagonê dê berdewam bikin."

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî hevdîtina bi Serokê Meclisa Tirk Cemîl Çîçek re pêk anî daxuyanî da çapemeniyê. Demîrtaş diyar kir ku, Çîçek ji ber xebatên makezagonê ji wan re spasî kir. Demîrtaş anî ziman ku, di hevdîtina bi Çîçek re pêk anîn de gotin divê maseya lihevhatinê neyê belavkirin, xebat berdewam bikin û divê tu caran li ser komîsyonê zext pêk neyên. Demîrtaş da zanîn ku, ew dizanin ku demekî xebatê dê hebin û wiha got: “Em ji bo Komîsyona Lihevhatinê ya Makezagonê xebatên xwe berdewam bike xwedî helwestekî bi biryarin." Demîrtaş destnîşan kir ku, hewcehiya Tirkiyeyê bi makezagona nû heye.

'30 SALIN BI MAKEZAGONA DARBEYÊ EM TÊN RÊVEBIRIN'

Demîrtaş aşkera kir ku, BDP’ê dê piştgiriyê bide makezagonekî sivîl û azad û wiha axivî: “Hêvî dikim ku xebat dê hêj bi hêz berdewam bikin. 30 salin em bi makezagona darbeya tên rêvebirin. 30 salin em li bendê ne. Divê vê pirsgirêkê di nava çend mehan asê nekin û nekin qurban. Me nêrînên xwe bi Birêz Serokê Meclisê re parve kirin. Hêvî dikim ku partiyên din jî dê piştgiriyên xwe pêşkêş bikin. Em weke partî ji bo çêkirina makezogan nû ya bikeve ser milê me em dê bikin û berpirsyariya xwe berdewam bikin."

Demîrtaş da diyarkirin ku, Çîçek behsa demê nekir û behsa "dema maqul" kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dibe ku li gorî geşedanên siyasî de dema mequl bê guherîn. Lê divê pêşiya wê vekirî nebe, li pêşiya me çend salên din tunene. Lê komîyon divê di nava 2-3 mehan de di bin zextan de xebatan neke."