Demîrtaş xwe îxbar kir: Ez li wir bûm

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li hember dozên ku li dijî parêzeran tên vekirin ji bo nerazîbûna xwe nîşan bide, li Edliyeya Stenbolê bi cubeyê daxuyanî da û xwe îxbar kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li hember dozên ku li dijî parêzeran tên vekirin ji bo nerazîbûna xwe nîşan bide, li Edliyeya Stenbolê bi cubeyê daxuyanî da û xwe îxbar kir. Demîrtaş ê xwe îxbar kir cubeya parêzeran li xwe kir û daxuyanî da.

Demîrtaş ê li odeya baroyê ya edliyeyê daxuyanî da, diyar kir ku daraz siyasî bûye, hin endamên darazê jî ji vê re bûne dilxwaz. Demîrtaş got: "Di atmosfereke ku daraz bûye amûrê siyasetê li vir ji bo em bi hevpîşeyên xwe re di nav piştevaniyê de bin li vir in.”

Demîrtaş anî ziman ku her hikûmet li gor xwe şekil dide darazê û got: “Li vir bêguman sûcê siyaset û siyasetmedaran çiqas mezin be, sûcê wezîfedarên darazê jî heye. Wezîfedarên darazê prîm dan vê ferasetê.”

Demîrtaş wiha axivî: "Wezîfedarên darazê bi taybet jî dozger ku bi fermana Wezareta Edaletê der heqê parêzeran de lêpirsînan vedikin, li hember parêzeran zor û şîdetê bi kar tînin, di edliyeyan de parêzeran bi îşkenceyê re rû bi rû dihêlin wê rojek bê li hember hiqûqê hesab bidin. Ez diyar dikim ku ji ber sûcên kirine wê misoger bên darizandin. Eger em derfetên bibin desthilatdar bibînin, em ê li hember dozgerên ku parêzeran di hundirê edliyeyê de kaş dikin, gazê diavêjin wan, wan cop dikin, der barê wan de lêpirsînan vedikin dest bi pêkanînan bikin. Hûn sûc dikin. Çima hûn bi talîmata AKP’ê mirovan digirin, li hember darazê hûn ê vebêjin."

Demîrtaş, bêdengiya dadger û dozgeran a li hember binçavkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî rexne kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li hember dozên ku li dijî parêzeran tên vekirin ji bo nerazîbûna xwe nîşan bide, li Edliyeya Stenbolê bi cubeyê daxuyanî da û xwe îxbar kir. Demîrtaş got: "Di demeke nêz de bîranîneke ku parêzeran ji bo protestokirina komkujiya Enqereyê li edliyeyê pêk anîn, mixabin dozgeriyê veguherand lêpirsînê. Nasnameya parêzeran tespît dikin. Dibe ku di kamerayan de xuya neke bes ez li wir bûm. Me bi hev re protesto kir. Me bi hev re got, ‘Diz’, ‘Qatil’. Bi hezaran parêzeran ev gotin.”