Demîrtaş wê bi rayedarên Konseya Ewropa re bicive
Heyeta HDP’ê ya di serokatiya Demîrtaş de, wê bi rayedarên Konseya Ewropa re pêkanînên qirkirin û zextker ên AKP/Qesrê binirxîne.
Heyeta HDP’ê ya di serokatiya Demîrtaş de, wê bi rayedarên Konseya Ewropa re pêkanînên qirkirin û zextker ên AKP/Qesrê binirxîne.
Tê payîn ku heyeta HDP’ê ya di serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de îro cuda bi cuda li Strasboûrgê bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa (KE) Jangland û Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Nîls Mûîznîeks re bicive. Nûnerê HDP’ê yê Ewropa Eyup Dorû û nûnerê wê yê Konseya Ewropa Faîk Yagizay jî wê bi Demîrtaş re tevlî civînan bibe.
Di hevdîtinan de wê ji endamên damezrênerên KE bê xwestin ku li dijî êrîşên qirker ên ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê xistine meriyetê, helwestan nîşan bide. Di atmosfereke ku tevî NY, gelek saziyên civaka sivîl û saziyên navneteweyî wek “cezakirina komî”, “sûcên şer”, “sûcên li dijî mirovatiyê” û hwd. pênase dike, wê ji KE bê xwestin ku li pîvanên esasî yên sedema hebûna xwe xwedî derkeve.
Tê payîn ku tecrîda şidandî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û “derbeya destlênedanê” ya HDP’ê dike hedef jî di rojevê de be.
Di hevdîtinan de sînordarkirinên ku desthilatdariya AKP’ê li ser azadiyên giştî pêk tîne, di serî de ‘qanûnên ewlehiyê’, guhertinên ku sûcdaran diparêzin jî dikarin bên ser masê.
Tê payîn ku heyeta HDP’ê, li ser encamên polîtîkayên Enqereyê yên ku hewl da Rojava bifetisîne, têkoşîna bi DAIŞ’ê re û li beramberî penaberên ji Sûriye û Iraqê rewşa ku Yekîtiya Ewropa (YE) ketiyê jî bixe rojevê.