Demîrtaş û Zeydan ji bo Mehmûd Onder peyama sersaxiyê weşandin

Demîrtaş û Zeydan ên girtî ne, ji bo kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder peyameke sersaxiyê weşandin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ên li Girtîgeha Edîrneyê girtî ne, ji ber wefata kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder peyameke sersaxiyê weşandin.

Peyama Demîrtaş û Zeydan bi vî rengî ye:

"Dema ku me bihîst, kedkarê hêja yê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder jiyana xwe ji dest daye, em gelekî pê êşiyan.

Mehmûd Onder, ji ber şert û mercên darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê, neçar ma ji hingî ve li derveyî welatê xwe bijî û bi kedeke mezin di nava çapemeniya Kurd de cih girt. Bila rehma Xwedê li Mehmûd Onder be û em ji malbata wî, heval û hogirên wî, civata çapemeniyê û ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin."